Sibeha roja 27.06.2015an nişkavî bû ji me re ko daxuyaniya Hevbendiya Niştimanî derket ya ji bo bûyerên Til Ebyed “bi hin helwestên siyasî yên pêşwext bê ko isbat û belge hebin, di heman çaxê ko miletê me yê Kurd li Kobanî û Hesekê raserî kuştarên qirkirinê dibe li ser destê berberên hemdem Rêkxistina Daiş ya tirorist .
Di civîna xwe ya di 19.06.2015an de Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzêm Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê û li gora biryara Desteya Giştî ya di 12.13.14 heyva hezîranê de ko
Komîta Peyketina Rastiyê, ya ji bo şopandina bûyerên li Herêma Til Ebyed- Girê Spî çê bûn, ya ko gerek bi Serokatiya Hevbendiya Niştimanî ba, û bi beşdarbûna Rêkxistinên Mafê Mirovan û Civaka Sivîl yên Kurdî û Erebî da raporteke durist amade bikin piştî ko serdana Herêmê bikin û li rewşa meydanî ji nêz ve binerin û hevdîtinan bi niştecihan re bikin ji hemû pêkhatiyan, û bi taybet herêmên ko ragihandinê tevdan li ser kirin û gotin ko koçkirina bi kotekî tê de bûye, û her wiha hevpeyivînan bi derbiderên sivîl re yên li aliyê Tirkiyê bikin û Komît raporta xwe di yekem civîna Desteya siyasî pêşkêş bike.
Û piştî damezirandina Komîtê û diyarkirina Navan hat xuyakirin ko Endamên Hevbendiyê ew bi aliyê xwe de birine û navê tu Rêkxistinên mafê mirovan û civaka Sivîl tê de tune bûn, tenê Rêkxistina Kurdî ya mafê mirovan (DAD) ya ko di daxuyaniyekê de vekêşana xwe jê ragihand çimkî nikarîbû bi karê xwe rabe bi sedema ko rê li ber wan venekirin ko derbasî Til Ebyed bibin. Û ya din ko Rêkxistinên Mafê mirovan di Komîtê de tune bûn. Û hem jî ditirsiya ko raporta bê deranîn, li gor siyaseta hin aliyan bê sazkirin.
Di civîna Desteya Siyasî ya di 25.06.2015an de serokê Komîtê bi devokî ve got ko me hevdîtin bi niştecihên sivîl re kirin yên li aliyê sînorê Tirkiyê rastî Til Ebyed – Girê Spî, lê komît nikarîbûn biçe aliyê din ji ber ko Birêveberiya Xwecihî nehişt ew derbas bibin, û tekez kir ko tevdana ragihandinê ya ku li ser koçkirina kotekî û rêbazkirî ji aliyê Yekîniyên Parastina Gel çê bû, ko Ereb û Tirkuman derxistine ew tişt nerast e.
û gengeşeyeke berfireh bi amadebûna Endamên Desteya Siyasê û ya Giştî yên Hevbendiya Niştimanî li ser hate kirin. Û dîtin ku tiştê ko karîbûn bikin kirin , û tevan tekezî kirin ko tiştê heta nuha bûye karekî baş e, tev ko ne tekûz e û giring e ev kar bidawî bibe, bi hevkariya aliyên Mafnasî û Rêkxistinên Civaka Sivîl , da bêtir bawerî bi komîtê bê û bêalîbûna wê diyar be. Û heta ko komît karê xwe bidawî neke gerek karê komîtê li pêşberî ragihandinê diyar nebe.
Naveroka Daxuyaniyê li gora raporta Komîta Peyketina Rastiyê ye û raporta pêşkêş bûye, pêş her du endamên Kurd (Mihemed Mela Reşî û Mihemed Ismet Ibrahîm) nebûye, û tiştê tê de hatiye Encûmena Niştimanî Kurdî û siyaseta wê amanc dike û ta radeyeke mezin yekîtiya Hevbendiyê amanc dike. Her wiha navbera herdu miletan yê Kurd û yê Ereb yên ko bi sedsalan digel hev dijîn nakokiyê çê dike. Û hem aştiya xelkê li Herêmê têk dibe. Û jî tiştê di raportê de hatiye ne wek gotina endamên komîtê li civata Desteya Siyasî gotin. Ew endamên ko gotin Koçkirina kotekî li Herêmê nebûye.
Her wiha daxuyanî pêşkêşî Komîta ragihandinê nebûye ya ko Serokê Hevbendiyê ji hemû pêkhateyan damezirandiye, da her nîvîsa ragihandinê di riya wan re bête pesendkirin û bi şêweyê xwe yê dawiyê bête pejirandin berî di ragihandinê de belav bibe.
çimkî ew dûrî babetîbûnê ye û neyasayî ye û ne li gora gengeşeya ko li ser hat kirin di civîna desteya siyasî de, ew nûneritiya endamên firakisyona kurdî di Hevbendiyê de nake û gerek di cih de ji nav ragihandinê bête kêşandin û gerek ew kesên ko dixwazin bi helwesta Hevbendiyê bilîzin û têkin xizmeta nakokiyên ko dûrî berjewendiya Welat û Gel in û dûrî amancên Şoreşa Sûriyê ya azadî û rûmet û dadiyê esiza bibin.
28.06.2015
Nûnerên Firakisyona Kurdî yên di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê.