Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Uqab Yihya, tekezî li ser giringiya diyalogê di navbera pêkhateyên civaka Sûrî de kir, bêyî pişguhkirina ti alî, ji bo bigihîjin şêwazê dewleta Sûrî ya paşerojê.
Ev daxuyanî da bi rêya beşdarbûna semînareka diyalogê ya di nabera pêkhateyên Sûrî de, ya ji hêla navenda “Hermon” ya lêkolînan ve li roja şemiyê, di bin sernavê “rêxistina siyasî, aborî û civakî ya pêwîstiya Sûriya pê hebe di paşerojê de”, ya bi beşdariya hejmarek ji rewşenbîr, siyasetmedar û lêkolînvanan hat lidarxistin.
Mijarên simînarê li ser gotûbêjkirina mijarên girîng bûn, mîna lênêrîna ku pêwîstiya Sûriyê pê heye ji bo têgihiştina girêbesta civakî, lênêrîna sîstema siyasî û parvekirina desthilatê, û cîgirê serokê Hevbendiyê behsa pêwîstiya beşdariya hemû pêkhateyan di diyarkirina şêwazê dewleta Sûrî de kir, û got ku diyalog ji rastiya hebûna hêz û aliyên siyasî û çandî ku nabe bêne jibîrkirin an piştguhkirin dest pê dike.
Wî bal kişand ku têgeh û helwestên siyasî bingeheke giştî ji bo diyalogê çêdike, û dibe sedem ji bo bigihîjin têgihiştinên paşerojê yên ku dikarin zemînekê ji bo lihevkirinê çêbikin, û piştre li ser bernameya qonaxekê û nerînên derbarê şêweyê hukumraniyê li hev bikin.
Wî daxwaza pejirandina her aliyekî ji yê din re kir, û pejirandina mafê wî yê nerazîbûn û guhertinê, û tekezî li ser xwezaya dewleta daxwazkirî kir, ku divê dewleteke sivîl û piralî û demokrat be, dewleta wekheviyê be, li ser bingeha hemwelatîbûnê bê cudakirina netewî û olî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî