Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilhekîm Beşar, komcivîneke siyasî li kampa Kore Goskê ya penaberên Sûrî li parêzgeha Hewlêrê li Herêma Kurdistana Îraqê li dar xist, têde li ser piroseya siyasî li Sûriyê û berdewamiya redkirina rijêmê ji çi çareya siyasî re, çareya ku derdeseriyên gelê Sûriyê bidawî bike û rê bide vegerandina ewlehî û aramiyê li welêt axivî.
Û Cîgirê Serok di komcivînê de tekez kir ku rewşa aborî li deverên rijêmê nîşana texmîna têkçûna saziyên dewletê ye, û bal kişand ser wê yekê ku rijêm di peydakirina aramî û ewlehiyê de bi ser neket, her wiha di dabînkirina ewlehiya aborî de jî, û heye ev tişt bibe sedem ku hevalbendên rijêmê li berdêlekî li şûna rijêmê bigerin, ji ber ku êdî rijêm bûye barekî giran li ser milê wan.
Û Beşar di axaftina xwe de behsa têkliya Encumena Niştimanî ya Kurdî li gel Hevbendiya Niştimanî kir, û ew bi “têkliyeke stratêcîk” salix da, û got ku kar li gel Hevbendiyê û Hikûmeta Demkî dibe ji bo çareserkirina binpêkirin û zêdegaviyan li Efrînê û tevaya deverên rizgarkirî.
Û di komcivînê de Beşar li ser plana Hevbendiya Niştimanî û serokatiya Encumena Niştimanî ya Kurd bo dîtina mîkanîzmên kartêker bo vegera niştecihên Efrînê û Serê Kaniyê û mîkanîzmên rawestandina binpêkirinan û çareserkirina wan axivî, û behsa rola wêranker a ku rêxistina PKKe dermafê kurdan û pêkhatên dîtir li Sûriyê pê radibe kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî