Li gor arastekirina Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra, şandeke Hevbendiyê hat berhevkirin ji bo serdana malbata kalemêrê ku li gundê Memala yê gundewarê Efrînê li bakurê Helebê rastî dizî û destdirêjiyê hatibûn bikin, û li rewşa wan a tenduristî bipirsin, û helwesta Hevbendiyê ji vê tawanê û şermezarkirina wê bighînin wan, û ji wan re tekez bikin ku hevbendî vê tawana kirêt dişopîne û tawankar dê li gor dadgeheke serbixwe werin sizadan.
Û Şandeyê Hevbendiya Niştimanî ji endamên wê Ehmed Hesen, Esed Elîto, Mihemed Salim Elmixlif û Atif Zirêq pêk hat.
Û Şandê tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî û tevaya saziyên wê yên cîbicîkar û di pêşî de Hikûmeta Sûrî ya Demkî, hewl û bizavê dikin ji bo ewlehiyê li tevaya deverên rizgarkirî dabîn bikin, û saxlemiya sivîlan misoger bikin, û kesên ku binpêkirinan bikin li gor yasayê sizayê bibînin, û desthilatdariya dadweriyê û serxwebûna wê xurt bikin.
Tê zanîn ku Polîsê leşkerî bi hevkariya li gel Artêşa Niştimanî ya Sûrî, gumanbarên vê dozê girtine, û diyar kir ku wan lêkolîn û lêpirsîn bi wan re kirin, berî ku wan radestî dadgeha pispor bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî