Salim Elmislit berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku: Heta niha Hevbendiyê tu şande jibo nûnertiya wê bike di hevdîtinên Qahîrê de yên ku wê di dema bê de di çarçoveya danûsitendinên sûrî –sûrî de çêbibin amade nekirye ,û weha jî got: hevbendî di vê qûnaxê de guhdana wê ya pir bi piransîbên dan û sitendinê ye, lê hazirkirina şandeyê wê di dema bê de be,Mislit nîşan da ku çi civatên Hevbendiyê ku sîwana rewa û tenê ye ji gelê sûriyê re bi hêzên sûrî yên rikber re pêwîstiyeke niştimanî ye ,û ew yek ji armancên Hevbendiyê û siyaseta wê ye ji destpêka damezrandinê de, ku divê ew li ser hemî pêkhatên şoreş û rikberiyê di hundur û derveyî sûryê de vekirî be,û serokê Hevbendiyê Xalid Xoca ev yek dupat kiribû gava tekezî kir li ser pêwîstiya” Çalakkirina tevgera diblomasî û hevrêziya bi hemî hêzên şoreşger yên kartêker re ji bo bigihên nerînek hevbeş ji rêxweşkirina qûnaxeke nû re “
Mislit amaje kir ku armanc ji her hevdîtineke Sûrî-Sûrî ew e çêkirina helwêsteke hevgirtî ji hemî pêkhatên rikberiya sûrî re ku xizmeta şoreşa sûrî bike,û ji bo pêkanîna piroseyeka veguhêz ku karibe hêviyên gelê sûrî misoger bike, û rêz û hirmetê ji neguhêrên şoreşa sûrî yên ku gelê sûrî ew danîne bigire.
Berdevkê fermî yê Hevbendiyê weha da xwiyanîkirin “em li ser hemî hêzên rikberiyê yên dijberên Beşar Elesed û piştgirên neguhêrên şoreşa sûrî vekirî ne û kar bi wan re dikin ,ji bo yekhelwîsta dijî vê rijêma tewankar,û tekezî li ser pêwîstiya danîna çarçoveyin diyar û destnîşankirî kir û di destpêka wan de ku Beşar Elesed û hêzên ewlekariyê yên derdora wî ew kujerên gelê Sûrî ne û wê tu cih û rol ji wan re di çi piroseya veguhêz de tune be ,û misogerkirina piroseyeke veguhêz ku li ser daxwuyaniya Jinêvê ava bibe ya ku bûye yasayek navdewletî piştî ku bû beşek ji biryara 2118 ya Encûmena Ewlekariyê di sala 2013 de derxistibû.
Jêder : Hevbendî