Sebah Elxalid Elhemed Elsebah wezîrê derve yê Kiwêtê duhî di kongirekî rojamevanî de li Beyrûtê digel Nebîl Elerebî sekertêrê Komkara Erebî û Cibran Basîl wezîrê derve yê Libnanê û Ehmed wild Tekdî wezîrê derve yê Morîtaniya ragihand ku welatê wî bi cidî vekolînê li ser mêhvandariya sêyemîn kongirê bexşînkarên hawarhatina gelê Sûriyê dike, herwiha tekezî kir li ser pêwîstiya ku divê çareseriya siyasî bi çareseriya mijara mirovahî re be.
Elsebah amaje bi hindê kir, ku kiwêt wê kar bo piştgiriya Libnanê di warê abûrî de bike ji bo bikaribe penaberên Sûrî yên li Libnanê bi cih bike, û diyar kir ku wê şandek ji Sindoqa Kiwêt Ya Geşepêdana Abûriya Erebî di van herdu rojên bê de wê ji bo vê mijarê serdana Libnanê bike.
Ji aliyê xwe ve, Nebîl Elerebî sekertêrê giştî yê Komkara Erebî got; ku 13 milyon sûrî yên hewcedar hene ji wan 9 milyon di hindur de ne, û da zanîn ku hêjî danûstandin berdewam in bi armanca gihandina alîkariyên mirovî bo tevaya navçeyên bobelat li wan bûne û yên dorpêçkirî li Sûriyê.
Herwiha Elerebî diyar kir, ku dewletên Komkara Erebî rêkeftine li ser pilaneka giştîgir ji bo jinavbirina terorê, û diyar kir ku rola serekî di pêkanîna vê pilanê de dikeve li ser milê dewletên Erebî.
Tê zanîn ku, Kiwêt di herdu salên bûrî de mêhvandariya du kongirên bexşînkaran kir, û di yekemîn kongir de nêzîkî 1,5 milyar dolar komkir û di yê duyem de nêzîkî 2,4 milyar dolar dahev, û li gor amarên Netewên Yekgirtî ku 13 milyon sûrî di baredoxên zehmet de dijîn ji wan 9 milyon kes di hindur Sûriya de ne û nêzîkî 5,4 milyonî li derveyî welat dijîn ji tevaya 23 milyon Sûrî.
Jêder: Wekalat.