Encumana Niştimanî Ya Kurd di daxuyaniyeke xwe de dohî roja sêşemê belav kir, dît ku Yasaya Leşkerkirina Kotekî ya ku Encumana Zagonsazî Ya Kantona Cezîrê – wek ku nav lê tê kirin- derxistiye , ew azar û dedeserîyên nû li ser gelê kurd pirtir dike , û dilrehtî û hêrsê çêdike û dihêle karwanên koçberan zêde bibin, ya ku dihêle guhertina dîmografî encam bide ew jî cihê metirsiyê ye li ser hebûna dîrokî û cografî ya gelê kurd li herêmên wî.
Encuman gunehên rewşa ku herêm bigihêyê dixe stuyê xwediyên wê yasayê, û Encuman di daxuyaniya xwe de tekez kir ku erkê berevaniya di ber xak û rûmetê de , maf e û her weha erk e li ser milê her kesî , û ev xebat jixwede û ji baweriya bi kêşe û armanc û rêbazan tê, ne bi kotekî û revandina zarokan ku bi nerênî bandora xwe li têkoşîn û xebata gelê kurd û yekrêziya wî dike.
Û Encuman bang li Tevgera Civaka Dîmoqrat TEV-DEM kir, ji bo perpirsiyariyên xwe hilgire û dest ji van karan berde , û bihêle Lêvegera Siyasî bi kar û barên xwe rabe derbarê kêşeya gelê kurd û ewlehî û aramiya wî.
Jêder : Hevbendî