Serkirdeyekî mezin di Pasvanên Komarî de ê artêşa rejîma Esed hebûna tibabin mezin ji çekên kîmawî ku hîn rejîma Esed wan di cihin nehînî de di orta Şama paytext û derdorê de vedişêre diyar kir, tev ku aliyên lêgeriyanê ên navdewletî ragihandin ku sîstema van çakan hat jihevxistin û veguhestî derveyî Sûrî bûn. Serkirdeyê ku xwest navê wî neyê ragihandin diyar kir ku rejîmê piştî bikaranîna çekên kîmawî yekem car li Xûta Rojhilat dest bi veşartina van tibabn kir, û vê yekê hişt cîhan daxwaza –wek ew dibêjin-hilkirina sîstema kîmawî bike. Efser naskirina xwe ya tekûz ji çar cihên çekan re, û naskirinek netekez ji cihê pêncan ku rejîmê ev cureyên çekan tê de veşartine tekez kir, û cihên wan bi hûrbînî destnîşan kir. Cihê yekem di bin Serkirdayetiya Hêza Azmanî, rojhilatî meydana Emewiyîn di orta Şamê de ye, dirêj dibe ta Serkirdayetiya Erkan, Globa Efseran, û hotêla Mêridyan a berê. Ev wargeh 11 qat di bin erdê de ne, tibabin mezin ji çekên kîmawî di her pênc qatên jor de veşartî ne, lê her sê qatên dî wargeha serkirdayetiyê û pêwendiya ye, ê efser guman kir ku her sê qatên mayî cihê çalakiyên newewî be. Li gor zanyariyên serkirde yên leşkerî zanyarê otomê yê Pakistanî yê navdar “Ebdilqedîr Xan” serdana van qatan di sala 1998an de kir, piştî ku hat Şamê wek diyar bû ku ji bo beşdarbûna hefteya zaniyariyê ku Wezareta Fêrkirina Bilind lidar xistibû. Destnîşan kir ku gelek deriyên vê veşargehê hene, yek ji wan di Serkirdayetiya Hêzên Azmanî de ye, yê dî di qorzîka rojhilatî de a hotêla Miridyan de ye, û guman kir ku veşargeh bi koçka komarî ve li EbûRimanê girêdayî be, û dûr nexist ku bi tunêlek dirêj bi firokxaneya Mezê a leşkerî ve jî girêdayî be. Serkirde berdewm kir, ku gelek caran bi delametin leşkerî bi pisporiya wî ya leşkerî ve girêdayî bûn derbas bûye vî cihî, bi efserin mezin re, û tê de geriyaye, û carekê matmayî maye dema ku Beşarê Esed bi tirimbêla xwe di dergehekî mezin re ji qata şeşan di bin erdê de derbas bûye.
Wargehê duwem, li navenda Lîwayê 105a ye, li ser çiyayê Qasiyûnê ji hêla Rojava de, û li gor serkirde ev wargeh tenê bi yek derî ye, ew jî di garaca tankan de ye. Destnşan dike ku ev wargeh bikûrahî di bin çiyayê Qasyûnê de tê kişandin, diyar kir ku Dektorekî pisporê jiyolojiya li zanîngeh Şamê di lêkolîneke zanistî de bal kişand ser hebûna şikeftin mezin di bin çiya de, dibe ku bibin sedema hilweşîna wî di biçûktirîn erdhej de, û guman kir ku wendabûna vî pisporê bi eşkerekirina wî ji vî razî re girêdayî be. Serkiirdeyê Pasvanên Komarî tekez kir ku derbasbûna vê veşargehê tenê bo hejmarek biçûk ji pirsyar û efserên mezin bû, û dibe ku mezintirîn enbar ji çekên kîmawî re be, û ne dûr e ku hindek ji çalakiyên qedexekirî ji aliyê navdewletî ve tê de dibin.
Wargehê sisyan, veşargehek mezin li cem yekem zîviroka mezin li ser otostrada Şam – Heleb a navdewletî ye, li devera Tenaya piştî avahiyên Edra, li aliyê çepê, beramberî qişleya polîsên riyên giştî. Efser guman dike, ku kûr di bin çiya re diçe, û bal kişand ku rejîmê hemû kanên keviran di girê nêzîk de rawestandin piştî vedana vê veşargehê di salên notî de ji sedsala bûrî de, tev ku ev kan yên Ramî Mexlûf kurxalê Beşar Elesed in.
Wargehê çaran veşargeheke çekên Kîmawî ye li eynî otostradê de ye, li aliyê rastî ji zîvrokê piştî devera Qiteyfê, ku rezekî biçûk heye, û di orta wî de xaniyek heye di riya wê re derbas dibin wargeh. Serkirdeyê di Pasvanên Komarî de got: ” Dibe ku Ev wargeh yê kevintirîn be, di zikê çiyê de di dema vekirina Otostrada Şam – Heleb di salên Heyştê de ji sedsala Bûrî de hatiye kolandin”. Veşargeha pêncan û ê dawî, wargehekî pir nehînî ye, di Navenda Yekîneyên Taybet de, li devera Qabûn li Şamê ye, dibe ku bi pêketina şoreşa dijî rejîmê di Avdara 2011an de û pevçûnên li Qabûn çêbûn, ji tirsa ku şoreşger dest deynin ser hatibe valakirin. Serkirde diyar kir ku gelek derî ji veşargehan re hene, tu kes ji bilî serkirdayetiyên bilind, û efserên ku derbasî wan dibin nas nakin.
Jêder: Cezîrê