Stîvan Dîmistora Şanderê Navnetewî bo Sûriyê tekez kir ku pêwîst e îsal çareseriya Siyasî encam bide û hemû aliyan li ser vê lihev kirine, û dît ku dibe Heleb destpêka çaresriyê be.
Herwiha hişyarî da ku tenha DAIŞ bitenê 20 mîlan ji Helebê dûre, û tekez kir ku di rojên pêş de wê hevdîtinan pir bike bo serkeftina agirbesta li Helebê.
Şanderê Navnetewî diyar kir ku wî çavpêketin digel Wezîrên derve yên heryek ji Amerîka û Rûsiya û Iranê kirine, û dîtina çendîn Wezîrên derve yên dewletên Erebî, û diyar kir ku hemû bi yek nerînê ne li ser pêdiviya dîtina çareseriyeka Siyasî, lê wî amaje kir ku nebûna baweriyê di navbera aliyan de zehmetiyan li pêş gihiştina rêkeftinê zêdetir dike lê avêtina gava pêşî tê xwestin.
Dîmîstora bi xurtî li ser rewşa mirovî li Sûriya rawestiya, û got ku ew şermeke mezin e ji mirovahiyê tevî re, û Cîhan bi tevahî di berde berpirsyar e, û balkişand ku şerê 4 salan abûriya Sûriyê bisalan paşde vegerand, Sûriya piştî Somalê di xirabtirîn rewşa abûrî de dijî, herwiha Sûriya îro bûye cihê mezintirîn qeyrana mirovî di Cîhanê de her ji Cenga Cîhanî ya duwemîn de.
Hêjayî gotinê ye ku Xalid Xoca Serokê Hevbendiya Niştimanî ji aliyê xwe ve tekez kir, ku Iran û Rûsiya “mezintirîn piştevanên rêjîma Esed in û herdu hewl didin dîlalog û rêkeftinê bi mercê mana Esed encam bidin, lê hêzên şoreşger û yên siyasî yên ku nûnerîtiya zorbeya gelê Sûriyê dikin vî tiştî ret dikin”, herwiha Xoca sedema serekî ya vegirtin û bihêzbûna rêxistina DAIŞ a terorîst vegerand bo nebûna stratijiyeka siyasî û leşkerî ya zelal li rex dostên gelê Sûriyê da di rûyê alava kuştinê ya rêjîma Esed ya nêzîkî 4 sala ne xwîna Sûriyan dirjîne derkeve, û got:” piştnegirtina şoreşgeran wek tê xwestin di rûbirûbûna hêzên Esed de bû yek ji sedemên serekî yên vegirtina DAIŞê”.
Jêder: Hevbendî +Ecans