Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawid Oxlo tekez kir ko rewşa Sûriyê metirsiyeke ewlekariyê mezin çê dike û “jêdera pirsgirêkê hovîtiya Rêjîma Esed e“, Dawid Oxlo got: “Em Herêmeke dijfirînê dixwazin da Helebê ji bombebarandina Firokan biparêzin, û ji bo Penaber bêtir neyên Tirkiyê.”
Di hevpeyivîna ko Royterz doh digel kiribû got:”Tirkiya dê gelek bizavan bike da şervanên biyanî derbasî Sûriyê nebin û jê venegerin, lê çareserî ne tenê bi şerê Daiş e lê belê koka pirsgirêkê ku ew jî Rêjîma Esed e.”
Oxlo Berdewam kir, dibe ko Tirkiyê di herêmên leşkerî yên li ser sînorê Sûriyê berfiretir bike, di hewldana ko şervanên biyanî birawestîne lê bê ko sînor bi yekcarî bigire, da penaber karibin derbas bibin. Dîsa got: “Tirkiya heta nuha di erênayê de bû da rê li ber penaberan negire.”
Serokwezîrê Tirkiyê doz li civaka navdewletî kir da çareseriyekê ji pirsgirêka Sûriyê re bibîne û Rêjîma Esed ji kuştina Sivîlan birawestîne.
Herweha Oxlo tekez kir ko welatê wî sînorê xwe ji bo zarokên Sûriyê vekirî hiştiye, ew yên ko Bav û Dêya wan hatine kuştin û jinên ko mêrê xwe winda kirine, û ne ji bo ko tirorist derbas bibin.
Salim Elmislit berdevkê fermî yê Hevbendiyê di daxuyaniyeke berê de doz”li Civaka Navdewletî kir da berpirsiyariya xwe hilgire û sivîlan biparêze, ko Herêmeke parastinê li Bakur û Başûrê Sûriyê pêk bînin da sivîlan ji bombebarana Esed biparêzin.”
Jêder: Hevbendî