Îro Desteya Siyasî di daxuyaniyekê de got ku bersivên Tîma şanderê Navdewletî li ser pirs û daxwazên ronkirinên wan; negihiştin asta ku dilaramiyê ji wan re derbarê çendîn pirsan peyda bikin.
Hêjaye gotinê ku îro Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî, pêşwazî li tîma şanderê Navdewletî berêz Dî Mistora kir, û di hevdîtinê de Desteyê li şorevekirina Tîma şanderê navdewletî derbarê pêvajoya cêbicêkirinê û naveroka raporta Encûmena Ewlekariya Navdewletî ya li 29/7/2015, herwiha derbarê dawîtirîn daxuyaniya Serokatiya Encûmena Ewlekariyê ya li 17/8/2015 guhdarî kir.
Ku Desteya Siyasî têbîniyên xwe li ser pilana Dî Mistora di çendîn xalan de destnîşan kirin, ku yekem xal : dirêjbûna dema pêvajoya karê pêşniyazkirî, lewra nabe pesendî li ser bête kirin li jêr sîbera xwînrijandin û wêrankirina welat li ser destê rêjîma Esed, ku rêjîm wê sûdmend be ji derbaskirina demê û wê xwe bide pêş û destkeftên xwe li ser qadê bihêz bike, wek serbora ezmûnên bûrî.
Herwiha di daxuyaniyê de hat ku di nav rûpelên pilana pêşniyazkirî de armanca serekî ya daxuyaniya Jinêv 1 û biryara Encûmena Ewlekariyê 2118 tête windakirin, ya têde rêkeftin bûye li ser pêkanîna desteyeka fermanrewaya veguhêz bi tevaya desthilatan, û bilez pilana cêbicêkirina daxuyaniya Jinêv(1) tête avakirin û tîmên kar dibin yek û yên sercem wirdekariyan timam dibin, ku hêjî civaka Navdewletî ji rûbirûbûna sedemên arîşeyê direve, ku ewjî dabînkirina veguhestinek siyasî ya bingehîn û giştgîr e, bê hebûna Esed û bendeka wî di qonaxa veguhêz û şûn de.
Desteya Siyasî matmayîbûna xwe nîşan da li hember tişta dibe li ser şêwandina vîna gelê Sûriyê bi rêka bi rêka neheqiya di destnîşankirina nûnerên gel de, wek tişta di gotubêjên Jinêv de di gulana bûrî de çê bû, ku her piroseyek siyasî sernakeve heger nûnerayetiya wê ne bêlayen û rasteqîne be, û pêwîst e dûrî destêwedan û qalibên biryarên derve be.
Daxuyaniyê amaje bi rêkeftina piraniya hêzên şoreş û opozisyonî li ser nerînek yekgirtî ya çareseriya siyasî, û hevdengiya wan li ser giringiya dabînkirina veguhestinek siyasî ya binret û giştgîr, ku bi yekcarî rê li pêşiya berdewamî û vegera zordestiyê bigire.
Di dawiyê de Desteya Siyasî bal kişand ku Pêwendiyên Desteya Siyasî ligel Netewên Yekgirtî berdewam in, ji bo zelakirina pirsên nakokî li ser wan hene, herwiha wê wefader be bi deq û têkestên biryarên Desteya Giştî ya Hevbendiyê re, ya rengvedan e ji daxwazên gelê Sûriyê re bi sercem pêkhateyên xwe ve yên netewî û siyasî, û wê encamên dûvçûna karê xwe û helwesta xwe ya siyasî deyne ber civîna dahatî ya desteya giştî , da paşî biryara li ser karnameyek nû bête dan.
Di heman demê de Desteya Siyasî pabendiya xwe bi rola Netewên Yekgirtî di çareseriya Siyasî de tekez dike, herwiha tekeziyê li ser giringiya Netewên Yekgirtî dike ku bi rola xwe ya normal rabe di dadgehkirina tawankarên cengê û encamderên tawanên dij mirovahiyê.
Jêder :Hevbendî