Endamê Hevbendiya Niştimanî Sûrî û serokê berê ê Encumena Niştimanî Burhan Xelyûn tekez kir ku Esed alava sereke ya rejîma Iranî ye ji bo bidawîkirina pirojeya xwe ya regezperistî û ciyosiyasî û herêmî.
Xelyûn got: ” Bê hiştina bingeha vê rejîma xwînrêj ya ku bê berdewamiya wê nema misoger e, Iran karibe di pilana xwe de berdewam be, biryarên xwe derbas bike, û pirojeya xwe ya regezperistî , ciyosiyasî, û herêmî bidawî bike”.
Xelyûn tekez kir ku ev bû ” Nimûneya rejîma Iranî dema destdanîna li ser Iraqa piştî Sedam, ku bû kelem li pêşiya avakirina dewleta niştimanî, û bi fermandariya hevbendiya milişiyên regezperist ku pê ve girêdayî ne guhert, siyasiyên nû han dan da fermandariyê li ser bingeheke regezperistî di nav xwe de bihêlin û bimeşînin, bi tundî beşdariya Sunne di biryara siyasî de red kir û hîn jî dike, herweha hîn li têla nakokiyên regezperistî û gurkirina wan dide, da ku Iraq di bin destê xwe de bihêle, û xwe ber bi dewletên herêmê yên dî ve berde”.
Xelyûn dûr xist ku ” Armanca Iranê ji piştgiriya Esed parastina tewerê ku navê bergirî û berxwedana dijî Cihûyan lê dikin be, lê berevanî ye di ber bingeha rejîma ku li ser girtina desthilatê û tenêbûna biryarê û dûrkirina berdewam ji piraniya millet re ava ye, da ku derfeta lîstina bi çarenûsa welat biparêze, herweha dest deyne ser erd, xêr û bêr, mafê millet û tevaya berjewendiyên wî “.
Jêder: Hevbendî