Hejmarek mezin ji Sûriyan û dostên Gelê Sûrî û revenda Sûrî li Elmanya, doh li berlînê xwepêşandanek lidar xistin ji bo bibîranîna Kuştara Kîmawî ya ko Rêjîma Esed li Xûta Şamê berî du salan pêk anî, û her weha ji bo piştgiriya komelkujiya duma ya vê dawiyê û ji bo tevaya şehîdên sûriyê yên ku bi destê rijêma Esed jiyana xwe jidest dane, Ew xwepêşandan bi vexwendina Balyozxana Sûriyê ya Hevbendiya Niştimanî û revenda Sûrî li Elmaniya bû.
Li Meydana Pariser Platz li pêşiya Dergehê Brandinborg yê dîrokî li nêva paytexta Elmanya li Berlinê roja înê 21.Tebaxê, hejmarek mezin xelkên Sûriyê û hevalên Gelê Sûrî kom bûn. Dengê xwe li dijî kuştarên ko Esed dike bilind kirin û doza dadgehkirina Esed li ser Kuştara Kîmawî kirin. Bala civaka navdewletî kişandin ser tiştê li Sûriyê çê dibe. Û civaka navdewletî bi bêdengî û xemsariyê salix dan , ji ber ku tawankar hêjî berdayî ye û hêj bi Kîmawî kuştinê dike.
Balyozê Hevbendiya Niştimanî Sûrî li Elmanya Besam Ebdullah gotinek da tê de doz li desthilata Elmanî kir ko bêdeng li pêşberî tiştê li Sûriyê çê dibe nemînin.
û fişarê bikin da kêşeya Sûriyê çareser bikin ji bo azadî û rûmetê li gelê Sûriyê vegerînin. Balyoz anî ziman ko Elmanya bi xwe jî derdê faşîzim, tiroristî û kuştina bi gazê dîtiye. Û ewê bi xwe jî bê alîkariya civaka Navdewletî nikarîbû ji dîktatoriyetê xilas bibe.
Ji aliyekî dî ve Dektor Ebdullah spasiya desthilata Elmanî kir ji ber ew li kêleka gelê Sûriyê rawestiyaye û got ko Elmaniya dewleta Ewropî ya herî bêtir alîkarî bi Sûriyan re kiriye û pêşwaziya Penaberan kiriye.
Di nava dema Xwepêşindanê de xuleyek bêdeng hate rawestandin û Fatihe li ser rewanê pakrewanan hate xwendin, û silogan û sirûdên çalakvan û rojnamevan û siyasiyên Sûriyê yên navdar hatin xwendin, û tabloyên hunerî yên xemgîn li ser bobelata Sûriyê hatin pêşkêşkirin.
Ji nav kesên amadebûyî, kesayetiyên ragihandinê yên Elmanî û Erebî yên naskirî û her wiha şandeyin ji wezareta derve ya Elmanî amade bûn.
Jêder: Hevbendî