Sibêde roja înê, karên xola 62yemîn ya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî dest pê dikin, û dê di civatan de behsa dozên giring wek pêşketinên meydanî û pêşhatên rewşa siyasî bikin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit û Cîgirên Serok û Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî û Hevrêzkarên Ofîs û Rêvebirî û Komîteyan dê raporên karên xwe û hevdîtinên ku pê rabûne û civatên ku li gel dewletên dost û bira li dar xistine pêşkêş bikin.
Û amadebûyên civatan dê raporên Desteya Danûstandinê û Komîteya Destûrî ya Sûrî û raporên Hikûmeta Sûrî ya Demkî berçav bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî