Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, tekezî li ser giringiya dîdevaniya karkerê Sûrî, yê di gorên komel de bi rijêma Esed re dixebitî û jê veqetiyaye û bi navê “Gorkol” tê naskirin, li pêşiya Endamin ji Encumena Pîran ya Emrîkî pêşkêş kiriye kir, û daxwaza tevgereke lezgîn û cidî kir ji bo ruxandina rijêma Esed û rizgarkirina gelê Sûriyê ji tawanên wê yên berdewam.
Û Elmislit nerazîbûna xwe derbarê bêdengiya civaka navdewletî û sizanekirina wê ji rijêma Esed re, tevî tevaya nîşanên belgekirî û rastiyên tirsnak yên ku rijêmê bi pêkanîna tawanên cengê û tawanên qirkirinê yên bêhempa tuhmetbar dikin anî ziman.
Û alavin ragihandinê yên navdewletî ,şeva bûrî, bûyerên rûniştina guhdarkirinê derbarê Sûriyê veguhastin, û têde “Gorkol” tekez kir ku hîn gorên komel têne kolandin, û bi qurbaniyên ku rijêma Esed bi awayekî berdewam dişîne mişt dibin.
Û “Gorkol” li ser tawanên tirsnak ên ku di dema karê xwe de dîtine axivî, weke yek ji karkerên sivîl di warê goristanên komel de li Sûriyê ji sala 2011 ta sala 2018an.
Û got ku ew di sala 2018an de ji Sûriyê derketiya, lê ew li gel kesên dîtir yên ku li vê dawiyê reviyane axiviye, û wan jêre gotine ku goristanên komel hîn têne koladin.
Û berî sala 2011an “Gorkol” weke karmendekî li şaredariya Şamê dixebitî, lê berpisyarên Ewlekariya Dewletê piştî wê dîrokê serdana wî li ofîsê kirin û ferman danê ku li gel wan kar bike.
Û diyar kir ku her hefteyekê du caran barhilgirên mezin ên ku ji 300 ta 600 termên qurbaniyên îşkencê û bombebaranan û serjêkirinê di wan de hebûn tanîn wê derê, her weha 3 an 4 erebeyên biçûk ên derdora 30 ta 40 termên sivîlên ku di zindana Sêdnaya de hatine bidarvekirin dihatin.
Û got ku hin car hene ku ez cihê ku qurbanî têde di gorên komel de li ser hev kom kirine dizanim, herweha ez agahdar im ku hîn ta vê rojê gor têne kolandin, ji ber ku kesin dîtir yên ku bi min re di gorên komel de dixebitîn û li vê dawiyê reviyene tiştê ku me bihîstine tekez dikin.
Û “Gorkol” behsa rewşên tirsnak ên ku wî di dema karê xwe yê gorên komel de dîtibûn kir, û got ku carekê mirovek ji kesên ku termên wan avêtibûn kemyonê liviya, wek nîşanekê ku ew hîn jîndar e.
Û berdewam kir û bi girî got: “Yekî ji karkerên sivîl got ku divê em tiştekî bikin, û li ser wê gotinê evserê asayîşê yê serpereştiya karê me dikir, ji ajokarê tireksê xwest ku di ser wî re here, û ajokar jî negot na û di ser re çû û ew kuşt, daku ew jî heman çarenûsê nebîne. her weha hevkarekî me yê ciwan ji ber ku hin rondik li ser qurbaniyekî ji qurbaniyên rijêma Esed barandin, êdî me nema ew careke din dît.”
Û “Gorkol” daxwaza standina rêşûnan ji endamên Encumena Pîran ya Emrîkî kir û got ku tevî ku bi sedên hezaran hatine kuştin û binçav bûne, û bi melyonan derbider bûne, lê ya herî pîs hîn nehatiye, û gengazî heye ku nehêlin çênebe, lê ez lavan ji we dikim ku hûn kêliyekê tenê jî ranewestin, û lavan ji we dikim ku hûn rêşûnan bistînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî