Vê Sibehê Roja çarşemê Civînên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî di rola xwe ya 53yemîn de li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê dest pê kirin, bo behiskirina dawîtirîn pêşketinên meydanî û siyasî li ser asta Sûriyê, nemaze helmeta rijêmê û sponserên wê li ser gundewarê Idlibê, û gurkirina leşkerî li başûr, û dawîtirîn pêşdeçûnên li bakur rojavayê Sûriyê, her weha ji bo beheskirina doseya xizmetguzarî û tenduristî û ewlehiyê li deverên rizgarkirî, û doseya pirosesa siyasî û Komîteya Destûrî ya Sûrî.
Û di civatan de Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî û Cîgirên wî, Emîndarê Giştî û Girûpek ji Endamên Desteya Siyasî û ya Giştî, li kêlek Wezîrên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Serkirdeyên Tabûrên Artêşa niştimanî ya Sûrî û Serokên Encûmenên Parêzgehan û kesayetên sivîl û şoreşger amade bûn.
Û civat bi hildana alaya şoreşê ji aliyê Serokê Hevbendiya Niştimanî û yek ji kesên birîndar û zarokekê li gel sirûda” Mewtinî”bi rê ket, û Elherîrî civat bi şiroveyekê li ser pêşketinên meydanî û siyasî dest pê kir, û giringî da daxwaza Wezareta Bergiriya Rûsî bo lidarxistina kongirekî derbarê penaberên Sûrî, û cextî li ser redkirina wî kongirî kir, û got ku Rûsiya berê xwe ji tiştê li Sûriyê dibe dide aliyekî, wek tewanên dermafê sivîlan li nêzî baregehên wê yên li seranserî Sûriyê belav bûne diqewimin, û li hember wê dixwaze penaberan vegerîne ji bo pereyên nûavakirinê û rewakirina rijêma Esed.
Û got ku vegera penaberan ne pêkan e bibe; bêyî hilanîna sedemên hiştine ku penaber ji Sûriyê derkevin, û cextî li ser pêwîstiya cîbicîkirina çareya siyasî ya tam li gorî daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254 û dabînkirina jîngeheke bêalî û aram bo vegera penaberan kir.
Û Elherîrî tekezî li ser hez û vîna Hevbendiya Niştimanî ku çalakiyên xwe li deverên rizgarkirî zêde bike û kar li ser çakkirina ketwarê sûriyan di riya guhdana bêhtir bi saziyan û xizmetkariyên ji nişteciyan re têne pêşkêş kirin kir.
Û di civatê de serkirdeyên feyleqên Artêşa Niştimanî ya Sûrî şiroveyek li ser rewşa meydanî û leşkerî nemaze binpêkirin û gurkirina leşkerî yaku rijêm û piştgirên wê dijî rêkeftina agirbestê radibin pêşkêş kirin, her weha gengeşekirina hejmarek ji pirsên rêvebirî yên taybet bi tabûr û lîwayên Artêşa Niştimanî.
Û Wezîrên Hikûmeta Sûrî ya Demkî raporên xebatên xwe pêşkêş kirin, û tê de dawîtirîn çalakî û karên xwe li deverên rizgarkirî nemaze doseyên tenduristî û hînkirin û ewlehiyê diyar kirin, û wezîran tekezî li ser pêwîstiya hevkarî û hevrêziyê ji bo rûbirûbûna vîrosa korona kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî