Îro duşemê civatên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî yên xola normal ya 55emîn li baregeha Hevbendiya Niştimanî li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê bidawî bûn.
Û Endamên Desteya Giştî pêşhatên rewşa meydanî û siyasî yaku di heman dema bîranîna salane ya dehemîn a destpêkirina şoreşa sûriyê gengeşe kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî, şiroveyek li ser kar û çalakî û hevdîtinên ku di dema bûrî de lidar xistine pêşkêş kir, û tekezî li ser giringiya berdewamiyê di karê rûbirûbûna astengiyên dahatî û temamkirina rêya gelê sûrî û xebatên wî bo pêkanîna azadî û rûmet û demoqrasiyê kir.
Û Cîgirên Serok raporên karê xwe li pêşiya Desteya Giştî pêşkş kirin, û li ser karê ofîs û rêvebirî û komîteyan axivîn, û giringtirîn biryarên ku di dema bûrî de standine berçav kirin.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Ebdulbasit Ebdulletîf karê Amîndariya Giştî û çalakî û xebatên ku pê rabûye bo piştgiriya ofîs û rêvebirî û komîte û saziyên cîbicîkar li deverên rizgarkirî diyar kirin.
Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrihman Mustefa û Wezîrên Hikûmetê rapora karên Hikûmetê berçav kirin, û giringî dan karê Hikûmetê di misogerkirina vegera ewlehî û aramiyê li deverên rizgarkirî, her weha çakkirina xizmetkariyên bo welatiyan têne pêşkêşkirin û dabînkirina nimûneyeke rêvebirî yê berçav.
Û di vê xola 55emîn de Desteya Siyasî û ofîs û rêvebirî û komîteyan raporên kar û çalakiyên xwe berçav kirin.
Û Desteya Giştî behsa amadehiyên miştûmir bo lidarxistina ahenga bîranîna dehemîn ya şoreşê li gundewarê Helebê kir, tevî danîna peykerekî bo bîranîna pakrewanên şoreşa Sûriyê, û Desteyê bal kişand ser ku ew ê di ahinga ku dê li bajarê Efrînê di roja 21 adarê de li dar bikeve bi boneya Cejna Newrozê beşdariyê bike, ew jî dê bi beşdariya hejmarek ji partiyên siyasî û hêzên şoreşgerî û çalakiyên civakî û sivîl wek derbirînekê li ser yekîtiya di navbera gelê sûrî de, gelê ku rijêma Esed stemkarî dijî hemûyan bikar aniye, û ew ji mafên wan ên çandî bêpar kirine.
Û Serokê Desteya Danûstandinê Enes Elebde li ser pêşketinên pirosesa siyasî li gor deqê biryara navdewletî 2254 yaku ji sê beşan pêk tê, ew jî serbestberdana girtiyan û diyarkirina çarenûsa windayên kotekî û sizakirina kesên berpisyar di ber pêkanîna tewanên cengê dermafê sivîlan û rêya danûstandinê axivî, û Elebde tekez kir ku herdû beşên yekemîn û duyemîn di ser pirsa danûstandinê re ne.
Û Elebde bal kişand ser ku pirosesa siyasî di qonaxeke awarte re derbas dibe, ji ber serhişkiya rijêmê û jiber ku rijêm tevlêbûna pirosesê bo cîbicîkirina temamê biryara 2254 red dike, û cext kir ku rizgarkirina biryara 2254 tiştekî pêşinde ye li bal Desteya Danûstandinê ya Sûrî di vê qonaxê de.
Û Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî ya Sûrî li ser pêşhatên pirosesa destûrî axivî, û diyar kir ku tiştê herî girîng ku di gera pêncemîn ya Komîteya Destûrî de pêk hatiye ew bû ku opozisyon bi mafên xwe pabend bû, û Nûnerê Navdewletî Jere Pederson berpisyariya astengkirina gihiştina çareya siyasî xiste stûyê rijêma Esed.
Û bal kişand ser ku nûnerê navdewletî ji rijêmê xwest ku rêbazekê bo karê gera şeşemîn deyne, ji ber ku şandê rijêmê pêşnyarek pêşkêş kir lê şanderê Desteya Danûstandinê ew pêşniyar red kir, û Desteyê pêşniyareke dîtir derbarê gera şeşemîn bo Komîteya Destûrî pêşkêş kir, û tekez kir ku ew ji bo xiştekareke demî bo xebatên Komîteya Destûrî kar dikin.
Û Endamên Desteya Giştî rewşa meydanî û guherîna lêvegera nûnertiya leşkerî di Hevbendiya Niştimanî de gengeşe kirin, û namzetên nû bo Artêşa Niştimanî ya Sûrî pejirandin.
Û amadebûyan behsa pêşketinên pirosesa siyasî kirin, û ji dûr ve civînek li gel balyozên dewletên dost û birayên gelê sûrî lidar xistin, û bi wan re bêhtirîn doseyên girêdayî bi doseya sûrî ve gengeşe kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî