Ofîsa Têkliyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civînek ji dûrve li gel balyoz û nûnerên dewletên dostên gelê sûrî lidar xist, û têde dawîtirîn pêşhatên rewşa meydanî û siyasî piştî derbasbûna deh salan di ser birêketina şoreşa sûrî re gengeşe kirin.
Û di civata ku li baregeha Hevbendiya Niştimanî li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê li dar ketiye, Serokê Hevbendiya Niştimamî D. Nesir Elherîrî û Endamin ji Herdu Desteyên Siyasî û Giştî û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrihman Mustefa û Wezîrên Hikûmetê beşdar bûn.
Û amadebûyên ji aliyê dî ve nûnerên dewletên Emrîka, Kanada, Japonya, Danîmarka, Brîtanya, Fransa, Avusturalya, Belçîka, û Spanya beşdar bûn.
Û Elherîrî şiroveyek li ser bîranîna dehemîn ya şoreşa sûrî û pêşketinên pirosesa siyasî û Komîteya Destûrî ya sûrî pêşkêş kir.
Û Wezîrê Tenduristiyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, Meram Elşêx, li ser rewşa pizîşkî û tenduristî li deverên rizgarkirî û hejmara pêketiyên vîrosa korona û pilana bersivdanê bo rûbirûbûna korona axivî.
Û rêvebirê cîbicîkar yê Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê, Mihemed Heseno, şiroveyek li ser rewşa aborî li deverên rizgarkirî di dema bêtara koronayê de pêşkêş kir, û li ser karta çandinê û karta bazirganiyê axivî.
Û Endamê Desteya Siyasî, Yasir Elferhan, li ser Peymana Şoreşa Sûrî ya Mafên Mirovan û azadiyên giştî axivî, û li ser pêwîstiya avakirina hevpeymaniyeke navdewletî bo pêkanîna dadweriyê û sizakirinê li sûriyê axivî, û got ku gereke ew hevpeymanî ji hikûmetên dost û nûnerên mirovên qurbaniyan û Girûpa Jinên Rizgarbûyî û komîteyên pispor ên opozisyonê û saziyên sûrî û navdewletî yên pêve girêdayî pêk were, û tekezî li ser hewcedariya avakirina stratîciyeke tekûz a ku nehêle tewanbar ji cezayan rizgar bibin kir, û tevaya rêyên dadgehên navdewletî û niştimanî û mîkanîzmên pêbawer di Netewên Yekbûyî de bikar bînin, li gorî pêşindebûna sizakirina rayedarên tewanbar ên rijêma Esed û hevalbendên rijêmê yên ku hîn di tewanên xwe de berdewam in, û cextî li ser pêwîstiya rizgarkirina girtiyan di riya standina pêngavin cidî û lezgîn re kir, daku aliyin ji bo çavdêriya navdewletî derbasî zîndan û navendên girtinê yên nehînî û yên eşkere bibin, wek misogerkirinê ji rawestandina kuştin û îşkencekirinê re li bal rijêmê.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Penaberan Ednan Rehmon, rewşa penaberên sûrî li dewletên derdor û yên biyaniyê berçav kir, û şiroveyek kurt û bilez li ser doseya penaberan û hejmarên ji aliyê Netewên Yekbûyî ve derketine derbarê tevgera derbideriya li hundir û koçberiya derveyî sûriyê pêşkêş kir.
Û Hevrêzkarê Tîma Karê Şopandina Yasaya Qeyser, Ebdulmejîd Berekat li ser sizayên navdewletî yên li ser rijêmê hatine ferzkirin axivî, û tekezî li ser yekîtiya tevaya bizavên ku giringiyê bidin armanckirina rijêmê û sembolên wê kir.
Û Nûnerên Navdewletî tekezî li ser piştgiriya gelê sûrî di daxwazên azadî û demoqrasiyê de kirin, û gotin dê di riya sepandina sizayan li ser rijêmê û tewanbarên rijêmê wek beşek ji rêya sizadanê berdewam bikin, û tekezî li ser piştgiriya veguhestina siyasî li sûriyê li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryarên navdewletî kirin, û Nûneran di civatê de hêviyên xwe bo bidawîkirina derdeseriyên gelê sûrî û êşên wan û pêkanîna xewin û xwestekên wan piştî deh salan ji dana qurbaniyan bo azadî û rûmet û demoqrasiyê anîn ziman.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî