Sunday, June 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Civîna Serokatiya Hevbendiya Niştimanî li gel Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd ji bo Gotûbêjkirina Pêşketinên Siyasî û Mirovî û Planên Karê Hevbeş

December 31, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
  • النسخة العربية

Serokatiya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civîneke “online” li gel serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd roja Îna bûrî li dar xist, bi amadebûna Serokê Hevbendiyê Hadî Elbehra û her du Cîgirên wî Ebdulmecîd Berekat û D. Ebdilhekîm Beşar, û Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd Ni’met Daûd û endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd Mihemed Îsmaîl, Feysel Yûsuf, Silêman Oso û Fesla Yûsuf.

Û herdu aliyan tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina civînên rolane di navbera serkirdayetiyên Encuman û Hevbendiyê de ji bo hevrêzkirina siyasetan kirin, her wiha danîna planên karê hevbeş ji bo cîbicîkirina destkeftên siyasî û rêyên xurtkirina rêvebirinê li deverên bakurê Sûriyê di nav de piştgirî û bihêzkirina Hikûmeta Sûrî ya Demkî ya ser bi Hevbendiyê ve û Wezaretên wê, ji bo temamkirina pêngavên wê yên bi armanca temamkirina pirojeya Artêşa Niştimanî ya ser bi Wezareta Berevaniyê ve, ew artêşa li ser hêlên agirbestê cî digire ji bo rûbirûbûna her êrîşeke leşkerî an terorîstî û parastina navendên giştî û sivîlan û piştgirîya hêzên polîsên leşkerî û mukumkirina wan ji bo kontrolkirina ewlekariyê û cîbicîkirina yasayê û peyketina tawankar û binpkerên mafan û girtina wan kesan wek destpêka radestkirina wan ji dadgehan re û sizadana wan, û amadebûyan tekezî li ser giringiya rola dezgeha dadweriyê û pêwîstiya serbixwebûn û destpakiya wê kirin, ji ber ku ew pêngava herî girîng e ji bo bicîkirina ewlehî û aramiya domdar.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehra, tekezî li ser giringiya beşdariya Encûmen bi awayekî kartêker di danîna pilanên karê Hevbendiyê de li gel pêkhateyên din kir, û giranî da ser pêwîstî û giringiya ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi hemû pêkhateyên xwe ve tevlî karê siyasî û çalakiyên Hevbendiyê bi Sûriyan re li hemû deverên welat û li derveyî Sûriyê li nav penaber û revendên Sûrî bibin, û Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî Nemat Daûd tekezî li ser hewildanên Serkirdayetiya Encumen kir di bilindkirina asta beşdariyê de ji bo biserxistina karê Hevbendiyê û cîbicîkirina planên wê yên niştimanî, ji bo pêkanîna hêviyên ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve serî ji bo wan hildane û qurbanî dane, û tekez kir ku ji ber kurdên Sûrî pêkhateyekî sereke yê gelê Sûriyê ne, beşdariyê li gel tevaya sûriyan ji destpêka şoreşa Sûriyê ve ji bo van daxwaz û armancan dikin.

Û herdû serkirdayetî yeknerîn bûn derbarê vegera bi dilê xwe û ewle û rûmetdar a derbider, penaber û koçberan bo deverên xwe ên resen wek mafekî wan ê bingehîn, tevî dibe ku ev veger nepêkan be ji bo deverên di bin kontrola rijêmê û piştgirên wê de, bêyî gihiştina rêkeftinekê di rêya pirosesa siyasî ya bi piştevaniya Netewên Yekbûyî li Cinêvê re, û cîbicîkirina biryara Encumena Ewlekariyê hejmar 2254(2015) bi awayekî tam û vebir û pabendîpêkirî, lê vegera bi dilxwazî û ewle û bi rûmet a derbider û penaberan bo cihên wan ên resen li deverên rizgarkirî gengaz e, eger pêşketinek di proseya pêşdebirina aborî de li wê derê pêk were, û  sîstema rêvebirina wê mukum bibe, û dadmendî û ewlehî û aramî peyda bibe, û xizmetguzariyên bingehîn hebin, ji bo dabînkirina jiyana bi rûmet ji kesên vedigerin re, û herdu aliyan li hev kirin ku dê di civîna xwe ya bê de dest bi karê xwe bikin, ji bo ku planeke zelal a li gor rêbazin destnîşankirî ên bi garantî û  mîkanîzmayên cîbicîkirinê û bernameyeke yekgirtî ji bo vegera bi dilxwazî ya derbider û penaberan bo cihên xwe yên resen ên li deverên rizgarkirî deynin.

Û herdu aliyan li hev kirin ku pêkanîna wan plan û pirograman li gorî kar û pabendbûna civaka navdewletî dimîne, ku nehêle derdeseriyên sûriyan yên ku bi rengekî berfireh berve bobelateke mirovahî diçin berdewam bike.

Û her du aliyan civaka navdewletî bi nûneratiya Encûmena Ewlekarî ya ser bi Netewên Yekbûyî ve û dewltên endam têde, berpirsyar dîtin di ber bobelata ku gelê me têde dijî û encamên zêdebûna pêdviyên mirovî û kêmkirina alîkariyan, ji ber ku rêjeya sûriyên ku di bin xêza hejariyê de dijîn niha dighêje 44%, û niştecihên di bin hêla hejariyê de dijîn dighêje 91%, li gorî dawîtirîn datayên Tîma Bersivdanê û saziyên Netewên Yekbûyî, û ev bobelata ku dest pê kiriye encameke xwezayî ye ji xemsariya Encûmena Ewlekariyê hember pirsa Sûriyê re, û nedanîna mîkanîzmayên pabendkirinê bo cîbicîkirina biryarên xwe yên di wê derbarê de, û amadebûyan li ser wê yekê li hev kirin ku takeçareseriya guncav ya berdewamiya vê bobelata mirovî dê bidawîkirina sedemên wê re be, bir riya cîbicîkirina biryarên Encumena Ewlekariyê yên taybet bi Sûriyê û di serî de biryara Encumena Ewlekariyê hejmar 2254 (2015).

Û her du aliyan hejmarek ji dozên rêxistinî yên taybet bi karê wan ê hevbeş di nava Hevbendiyê de û di hundir saziyên hêzên şoreş û rikberiyê de gotûbêj kirin, û li ser şopandina wan bi rêya dezgeh û serkirdayetiya wan saziyan li hev kirin.

Û her du aliyan piştgiriya xwe ya tam ji tevgera aştiyane ya Sûriyan li parêzgeha Siwêdayê ragihandin, ew xelkên ku ev çend heyv in li meydana Elkerama xwepêşandanan li dar dixin û pankartan bilind dikin, daxwaza pêkanîna hêviyên gelê Sûriyê di dadmendî, rûmet, azadî û demoqrasiyê de dikin, ew armancên ku ji bo wê gelê Sûriyê ji sala 2011an ve serî hildaye, û daxwaza veguhestina siyasî li gorî biryara jimar 2254 (2015) ji bo pêkanîna dewleta  hevwelatîbûna wekhev li jêr serweriya yasayê û yekbûna axa Sûriyê û gelê wê dikin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Share1TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post

Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Koça Dawî ya Têkoşerê Mezin Riyad Eltirk Radighîne

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.