Nûnerên jin yên desteya danûstendinê ya Sûrî di Komîteya Destûrî de duhî roja çarşemiyê bi şandekê ji nûnerîtiya Tirkiyê ya Netewên Yekbûyî li Cenêvê civiyan, û li ser pêşveçûnên herî dawîn li devera ewle li rojhilata Sûrîyê û rewşa sîyasî ya têkildarî destpêkirina xebata Komîteya destûrî gotûbêj kirin.
Nûnerên jin yên komîteya danûstendina Sûrî di komîta destûrî de nêrîna xwe derbarê paşeroja makezagona Sûrî pêşkêş kirin, û parastina maf û azadiyan, dana mafên jina Sûrî bi tevahî, misogerkirina beşdariya wan di hemû waran de, û veqetandina hersê desthilatên yasakarî û dadwerî û cîbecîkarî piştrast kirin.
Wan bal kişand li ser girîngiya ku divê pêvajoya makezagonê beşek be ji prosesa siyasî ya temam, û bixebitin ji bo guftûgokirina dosyên mayî, di nav de desteya hikumraniyê, û gihîştina çareseriyek siyasî li gorî biryara 2254 ya NY.
Di civînê de mijara girtiyan hate rojevê, û nûnerên desteya danûstandinê di komîteya destûrî de tekezî li ser giringiya serbestberdana hemû girtiyan li girtîgehên rejîmê kirin. ne tenê serbestberdana zarok û jinan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî