Îro roja pêncşemê 31/10/2019 otombîlek bumbekirî li hindir bajarê Efrînê teqiya, di encamê de 22 kesên sivîl hatin kuştin û birîndar bûn.
Çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand ku di encama teqîna Otombîlekê de li hindir bazara sebze li bajarê Efrînê 8 sivîl hatin kuştin, 14 sivîl jî birîndar bûn.
Her wiha Zeyno diyar kir ku birîndar rakirin nexweşxaneyên bajarê Efrînê, û di nava wan de 2 zarok jî hene û rewşa hinek birîndaran pir dijwar e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî