Serokê Desteya Danûstandinên Sûrî, Enes Elebde, civînek di riya entirnêtê re li gel Nûnerê Navdewletî yê taybet bo Sûriyê Ger Pederson lidar xist, û pêre behsa dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî yên girêdayî pirsa Sûriyê kir.
Û herdû aliyan nerînên xwe derbarê pêwîstiya cîbicîkirina biryara 2254 bi hemû xalên wê ve diyr kirin, û Elebde tekezî li ser piştgiriya Desteya Danûstandinan ya Sûrî ji kar û xebatên ku Nûnerê Navdewletî di vî warî de dike kir.
Û li ser piştgiriya Desteyê ji karên Komîteya Sûrî ya Destorî, yaku Nûnerê Navdewletî daxwaza lidarxistina civîna siyem di 24 heyva tebaxa were de li Cinêvê kir, li gorî xişteya kar ya li ser hatiye lihevkirin, û hêviyên xwe yên kûr bi serkeftin û pêkanîna karekî berçav daku dema ji ber bêtara Korona hindabûye were qerebokirin anîn ziman.
Û Elebde daxwaza pêwîstiya pêşkêşkirina piştgiriya navdewletî ji deverên rizgarkirî re bo rûbirûbûna Bêtara Korona kir, û cextî li ser pêwîstiya pirkirina fişarên navdewletî li ser rêjîmê ji bo serbestberdana girtiyan ji ber ku ew ji hemiyan bêhtir dibe tûşî Vêrosa kujer bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî