Ofîsa karûbarên mîrî û saziyên Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi amadebûna Serokê hikûmata demkî ya Sûrî birêz Abdul Rehman Mistefa civiya, û di civînê de pêşhatên herî dawiyê li ser asta karê hikûmetê li deverên rizgarkirî hatin gengeşekirin.
Mistefa behsa seredana meydanî ya digel hemû wezîrên hikûmetê bo hejmarek bajar û bajarokan kir, û herweha behsa rewşa karûbarên sazî û dezgehên çalak li hemû sektoran kir, tevlî mekanîzmayên lê têne peyrewkirin.
Û bal kişand ser ku hêjî gelek pirsgirêk li pêşberî ketwara kar û rewşa sivîlan li deverên rizgarkirî hene, û diyar kir ku wezîr ji bo dîtina çareseriyên guncaw û dabînkirina armanc û karnameya hikûmetê ya ji bo birêvebirina deverên rizgarkirî û bihêzkirina aramî û ewlehiyê li deverê dixebitin.
Herweha amaje bi pêşkeftinên ji encama yekkirina hêzên leşkerî kir, ku ya herî dawîn di navbera artêşa niştîmanî û bereya rizgariya niştîmanî de bû, û tekez kir ku dê berdewam bin di avakirina artêşek niştimanî ya profesyonel li gorî rêzikên navdewletî.
Komîteyê carek din tekezî li ser rola Hevbendiya Niştimanî di piştgiriya hikûmata demkî ya Sûrî de û alîkariya wê bi rêya ofîsên Hevbendiyaê û komîteyên wê kir, ji bo dabînkirina rola hevdengiyê di navbera herdu aliyan de, nemaze li ser herdu aliyên siyasî û rêvebirinê.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî