Ofîsa Revendan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civînek ji dûr ve li gel Revenda Sûrî û hejmarek ji çalakvanên siyasî û rojnemevanî li Danîmarkê lidar xist, û bi wan re biryarên bidawîkirina niştecîbûnê yaku ji aliyê Hikûmeta Danîmarkî ve dermavê penaberin sûrî derketiye û behisa rêyên rûbirûbûna van biryaran kirin.
Û di civînê de Hevrêzkarê Ofîsa Revendan Mihemed Yehya Mektebî û Hevrêzkarê Têkliyên Derve Ebdilehed Istêfo û Hevrêzkarê Ofîsa Penaberan Ednan Rehmon û Serokê Desteya Niştimanî ya Karûbarê Winda û Girtiyan Yasir Elferhan amade bûn.
Û endamên revendê li ser damezrandina revendê li Danîmarkê û karên ku encûmen pê rabûye di çareserkirina pirsgirêkan û nûnertiya wan li pêşiya aliyên fermî axivîn, û şiroveyek hûrbîn li ser biryarên derxistina yên ku ji aliyê Hikûmeta Danîmarkî ve derbarê hejmarek ji penaberên sûrî derketine pêşkêş kirin.
Û endamên revendê hejmarek ji pirsan derbarê tiştê ku Hevbendiya Niştimanî pê rabûye û pê radibê bo rûbirûbûna wek van biryaran pirs kirin, û endamên Hevbendiya Niştimanî şiroveyek li ser rola ku Hevbendî di warê bisernekeftina pirojeya Rûsî bo vegerandina penaberên sûrî de pê rabûye pêşkêş kirin, her weha tiştê ku pê radibe di riya civat û name û yadnameyan re bo ku nehêlin çi hwel derbarê şandina penaberan bo rijêma Esed bi ser bikevin.
Û parêzer Mihemed Bertawî li ser damezrandina Encûmena Revenda Sûrî li Danîmarkê bi armanca komkirina di bin sîwanekê de û nûnertiya wan li pêşiya rêvebiriyên Danîmarkê û veguhestina xem û giliyên wan bo rojnameyên xwecihî û navdewletî axivî.
Û birêz Îmad Elhelebî şiroveyek li ser rêşûnên ku Hikûmeta Danîmarkî pê rabûye wek guhartina yasaya tevlêbûna civakî û guherandina niştecîbûna penaberên sûrî ji niştecîbûna herdem bi yên demkî û jêkişandina mafê niştecîbûnê ji hejmarek ji malbatên sûrî yên ji Şamê û gundewarên wê bi bihaneya ku deverên wan aram bûne pêşkêş kir, û bal kişand ser ku ev tişt dê bighê sûriyên din yên ji bajarin dîtir wek Humis û Hemayê û Qinêtira û bajarên beravê.
Û rojnemevan Emar Hemo diyar kir ku Danîmarkê di nirxandina rewşa Şamê de xwe spartiye komîteya şopandina rastiyan yaku agahiyên xwe ji jêderên rojnemavanî û hin lêkolîneran werdigre, û bal kişand ser ku vê komîteyê axaftinên wan jêderan dervayî cihên wan bi kar anîne, daku bibêjin ku Şam û gundewarê wê bo vegera penaberan ewle ne, ew jî guncaw e bi siyaseta wan re daku fişarê li penaberan bike û wan ji welêt biderkirin bidin.
Û doktora Heyfai Ewad eşkere kir ku pirsa kişandina kaxexên niştecîbûnê ji penaberên sûrî dozeke siyasî navxweyî ye, û bi hilbijartinên Danîmarkê ve girêdayî ye, ew jî bi armanca ku dengên rastperestan ber xwe ve bînin, û got ku pirosesa kişandina wan kaxezên niştecîbûnê naghê asta ku wan ji Danîmarkê bişînin sûriyê an dewletin dîtir, lê dê bighê qonaxa ku wan penaberan bixin kampên taybet de, û di warê mafê fêrkirinê de ew ê ziyanê bibînin.
Û amadebûyan di dawiya civatê de li ser hejmarek ji çalakî û karên hevbeş daku Hikûmeta Danîmarkê ji biryara xwe vergere lihrv kirin, û biryar dan ku girûpekî kar ya hevbeş di navbera Hevbendiyê û Revendê bo şopandina rewşa penaberên sûrî li danîmarkê ava bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî