Ofîsa têkikiyên derve ligel berpirsên herdu wezaretên derve yên Elmaniya û Fransa civiya, û di civînê de amadekariyên dewletên Ewropa û Amerîka yên ji bo bersivdana êrîşa kêmiyayî li ser Dûma, ya ji aliyê rijêma Esed li roja şembiya borî li dijî xelkê Dûma hatibû pêkanîn hatin gengeşekirin.
Endamê desteya siyasî û ofîsa têkiliyên derve, Enes Ele’bide, cext li ser giringiya dadgehkirina bikarhênerên çekên kêmiyayî û tawanbarên tawanên şer kir, û dît ku ev pirseke yasayî ye li gor naveroka tekestên biryarên navdewletî, û di serî de tekesta biryara 2118 di benda wê ya 21’an de, ku bikaranîna hêzê li dijî bikarhênerên çekên kêmiyayî hatiye.
Ele’bide diyar kir ku sizakirina tawanbarên şer wê peyameke bihêz bide Rijêmê û hevalbendên wê, û dibe dawî li bêkariya navdewletî were, û tekezî li ser giringiya tevlîbûna Rijêmê li nav piroseya siyasî kirin, ji bo peydakirina çareseriyeke siyasî ya ligor daxuyaniya Cenêv û biryara 2254.
Û got: “ji bo parastina sivîlan ji êrîşên hovane yên Rijêmê, em pişta xwe bi hevalbendên xwe girêdidin”, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî hêjî kok û rijde li ser çareseriya siyasî, lê di heman demê de dixwaze ku civaka navdewletî bi erkên xwe yên ji bo rawestandina Rijêmê rabe, ji bo rawestandina pêşketina leşkerî ya rêjêmê û anîna wê ser maseya danustandinan û beşdariya piroseya siyasî.
Û serdanên desteya siyasî yên li heftiya borî li nav kampên koçberên Xûta rojhilat li çend navçeyên rizgarî ji aliyê herdu aliyan hatin gengeşekirin, û endamê desteya siyasî û ofîsa têkiliyan Hadî Elbehra bal kişand li ser metirsiya koçberkirina neçarî û guhertina demografî û herwiha bal kişand ser ku alîkariyên pêwîst ji koçbereran re pêşkêş nabin, û got ku pêwîstiya wan bi bernameyekî tengaviyan heye ji bo pêşkêşkirina alîkarî û pêdawîstiyên bilez ji wan re.
Elbehra bal kişand ku koçber rijd in li ser xwendina zarokên xwe û got: “di hevdîtinên me de yên ligel koçberên vê dawiyê ji Xûta, me dît ku koçber dixwazin zarokên wan vegerin xwendingehan û xwendina xwe berdewam bikin piştî ku demeke dirêj jê dûr ketin”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî