Kordinatorê NY yê karubarê mirovî yê kirîza Sûriyê, Banus Mumsis, duhî roja sêşemê di daxuyaniyekê de tekez kir ku nêzîkî 700 hezar sûrî ji destpêka îsal ve di hindurê welatê xwe de koçber bûne bi sedema oparesyona leşkerî ya dawî ya Rijêmê û Rûsiya li ser Xûta rojhilat û berdewamiya kiryarên leşkerî bi awayekî giştî li tevahiya Sûriyê.
Banus Mumsis got ku “ev hejmara mezin ya koçberên îsal tevlî 6.5 milyon kesî li hindur û 5.6 milyon penaberên li dewletên cîhanê koçber bûne her ji destpêka şerê Rijêmê yê li dijî gelê Sûriyê ji sala 2011’an ve.
Kordinatorê navdewletî got: ” ez hest bi nîgeraniyeke mezin dikim derbarê pêla koçberiya nêzîkî 700 hezar kesî bi sedema oparesyonên leşkerî her ji destpêka îsal ve “.
Mumsis got ku “karên leşkerî tevlî êrîşên li ser navçeyên nişteciyan û jêrxana bingehîn û bajarvaniyê, û yên li ser nexweşxane û bazar û xwendingehan, rojane dibin encamê kuştin û birîndarbûna sivîlan”, û got ku ev tişt nayê pejirandin.
Mumsis bal kişand ku “pîvera êrîşa li ser navendên saxlemiyê û karmendên wê û jêrxana bingehîn ya saxlemiyê li hersê heyvên pêşîn yên sala 2018’an, bi qasî sêcaran zêdetir bûye li beramber heman demê ya li sala 2017’an”.
Mumsis, amaje kir ku divê “rêxistinên mirovî berdewam bin li ser daxwaza rêzgirtina pîverên herî kêm yên parastina sivîlan li dema raguhestina wan, tevlî gihandina alîkariyên mirovî bêmerc û parastina karmendên di warê mirovî de kar dikin”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî