Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan di raporteke xwe de ku doh derketibû rûdana hejmareke komkujî belgeh kiribû ku li ser destê hin aliyan pêk hatibûn û di destpêka wan de rejîma Beşar Esed, ku herî kêm di meha derbasbûyî de 54 komkujî li Sûriyê rû dane.
Toreyê di raporta xwe de eşkere kir ku ji wan 54 komkujiyên ku rû dane di meha derbasbûyî de 39 komkujî ji aliyê hêzên rejîmê û hevalbenda wê Rûsiya ve li Xûta Rojhilat li Gundewarê Şamê pêk hatibûn.
Tora Sûrî di raporta xwe de got ku milîsên Yekîneyên Parastina Gel YPGê du komkujî pêk anîn, herwiha raportê 8 komkujiyên din belgeh kir bêyî ku amajeyê bi navê wan aliyan û cihê komkujiyan bike.
Rêxistina navborî got ku di encama wan komkujiyan de 783 kes di nava wan de 198 zarok, 138 jin hatin kuştin, û destnîşan kir ku serê sedî 45 jin û zarok bûn, û dazanîn ku ev rêje gelekî bilind e û nîşana wê yekê ye ku armanca wan kumkujiyan tenê welatiyên sivîl bûn.
Li gor raportê rêjeya komkujiyan di meha adarê de zêde bû, û tekez kir ku 40 komkujî ji wan komkujiyan li ser destê hêzên rejîmê pêk hatibûn, herwiha li gor heman raporê çar komkujî ji aliyê Rûsiya ve li parêzgeha Idlibê pêk hatibûn.
Raportê amaje bi wê yekê kir ku di meha sibata derbasbûyî de 69 komkujî li Sûriyê pêk hatine, 46 li Xûta Rojhilat, ew jî piştî operasyona serbazî ya ku rejîma Esed û Rûsiya li dijî Xûta di 19 heman mehê de destpêkiribû.
Berya niha jî Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan herî kêm151 komkujî li ser destê gelek aliyan di vê salê de belgeh kiribû, ku rejîma Esed di pileya yekê de bû,û piştre jî balafirên Rûsiya.
Ji aliyê xwe ve, Neteweyên Yekbûyî êrîşên asîmanî yên hêzên Esed û balafirên Rûsiya şermezar kir, ku di encama wan êrîşan de hejmarek ji nexweşxane û xalên tenduristî li deverên ji derveyî îdareya rejîmê û bi taybet li Xûta Rojhilat wêran bûn.
Raporê daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî û Encûmena Ewlekariyê kir ku doza Sûriyê ji bo dadgeha tawankariya navdewletî bişîne, û nehêle ku biryarên navdewletî yên ku pêwîste Encûmen li dijî rejîma Esed der bikebêne rawestandin.
Toreyê di dawiya raporta xwe de daxwaza sepandina sizayên bilez li ser tevahiya aliyên ku destê wan di binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê heye kir, herwiha bang li Rûsiya kir ku aliyekî gerantor e ji “deverên kêmkirina şer” li Sûriyê, di riwê rejîma Esed de raweste da ku wê agirbestê li wan deveran binpê neke.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê.