Endamên Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, amadebûna Opozisyona Sûrî ji bo beşdarbûna di danûstandinên Cinêvê de, ji bo gotûbêjkirina operasiyona veguheztina siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254.
Di civîna desteya siyasî ya berfireh a bi amadebûna endamên Desteya Bilind Ya Danûstandinan, civîngeran gelek mijar gotûbêj kirin, wek pêşveçûnên operasiyona siyasî, û derbiderkirina niştecihên Helebê, her weha biryara navnetewî ya 2328 ya ji bo derxistina niştecihan û parastina jiyana wan dabîn dike, û di pey re civînên Mosko û Enqerê û derçûna biryara navnetewî ya 2336 ya taybet bi agirbestê û şêweyên cîbicîkirina wê di civîna Estane de, ya bi amadebûna şandeke leşkerî ya nûnera alayên leşkerî, û dawî ragihandina şandyarê navdewletî Stîvan Dî Mistora ji gera danûstandinên nû re, di 20 Sibata nuha de li Cinêvê.
Jêderekî ko ha ji civînan heye got ku civînê giringî da du kêşeyên sereke, ya yekem; lîsta kar ya danûstandinan di Cinêva dahatî de, û tekez kir li ser ku giring e danûstandin ji devera ko Cinêva3 lê bidawî hatibû destpê bike, ji ber şandyarê navdewletî Dî Mistora li pêşberî Encûmena Ewlekariyê di belgeya xwe de ya hejmar 7774an anî ziman ku “me li hev kir ko cîbicîkirina operasiyona veguhêza siyasî destpê bike”.
Jêder bêtir got ku kêşeya duyem operasiyona damezirandina şanda ko biçin Cinêvê ye, û destnîşan kir ku navên kesên wê biçin, di dawiya civîna desteya bilind ya danûstansinan ya ko dibe di 10-11 sibatê de çêbibe wê bêne ragihandin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî