Ciwanê kurd yê bi navê Amir Qerno li navendeke leşkeriya neçar roja 5 vê heyva Sibatê jiyana xwe ji dest da, piştî ku rastî nexweşiyekê di sînga xwe de hatibû, bê ku rêvberiya navenda leşkeriyê ya PYD neştegeriyê ji wî re peyda bike, li gor ku Elî Qerno bavê Amir ragihand.
Elî di axafinekê de diyar kir ku “dema wan bihîst ku kurê wan nexweşe, di zûtirîn dem de derman jêre birin lê berpirsên navendê derman wernegirtin, û piştî xerabûna rewşa tenduristî ya Amir bê ku rêveberiya navendê tu çareseriya neştegeriyê ji wî re peyda bike, û hejmarek nêzî 75 leşkeran ketin girava birçîbûnê de, da ku rêveberiya wê navendê rewşa wî ya tenduristî bişopîne, û piştî wê giravê Amir ji bo nexweşxaneyekê hat veguhestin lê piştî ku rewşa wî têkçûbû”.
Tê zanîn ku Amir Qerno ji bajarê Amûdê bû, temenê wî 19 sal bû, dema berî heyvekê ji hêla çekdarên PYD ve ji bo leşkeriya neçar hatibû binçavkirin.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgehê Ya Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî