Nûçeyên ji Efrînê tên tekez dikin ku sercem cûreyên sûtemeniyan biyekcarî li Efrînê û gundewarên wê peyda nabin, û heger peyda bibin jî, bi nirxekî gelek giran peyda tên firotin, ku nirxê yek litra mazotê gihiştiye 500 lêreyên sûrî, û nirxa wê li rex rêveberiya PYDê ji 50 lêreyan derbas nabe.
Û çalakvanên Efrînê tekez kirin ku netenê mazot peyda nabe, lê belê sercem cûreyên din yên sûtemeniyan wek gaz û benzînê jî peyda nabin, û ev bûye sedema rawestana tevgera jiyanê bi awayekî giştgîr li Efrînê.
Herwiha çalakvanan diyar kirin ku ji duhî roja yekşemê 5/2/2017 an ve, sercem maşînên eletrîkê didin hatine rawestandin, û piraniya otombêlên veguhestinê yên di navbera bajêr û gundewarên wê de hatine rawestandin, hevdem ligel bêzariya xelkê li jêr sîbera baredoxên seqayê yên dijwar.
Jêder: Basnews