Ji aliyê Rêxistina Lêborîna Navdewletî bidarvekirina bi hezarên girtiyan bê dadgehkirin bi destê Rijêmê di navbera salên 2011 û 2025an de aşkera kir, ku ev tawan dibin belgeyên nû li ser pêkanîna tawanên şer ji aliyê desthilata Beşar, piştî belavbûna 55 hezar wêneyan berî niha ku kiryarên eşkence û kuştina rêbazkirî yên di girtîgehan de têde diyar dibûn.
Û îro roja sêşemê raportek bi navê “qesabxaneya mirovan” belav bû, û têde Lêborîna Navdewletî diyar dike ku kiryarên kuştinê di girtîgeha Seydnaya ya leşkerî ya li nêzîk Şama paytext ya ji 10 hezaran heta 20 hezar kes têde dijîn pêk hatine, û raportê bal kişand ser ku dibe heta niha jî rojane sêdaredan tên encamdan.
Lêborîna navdewletî dît ku ev kiryarên bidarvekirinê digehêjin asta “tawanên şer”, û herwiha NY daxwaza encamdana lêkolînekê di ber vê yekê de kiribû û gotibû ku heftane di navbera 20 heta 50 kesan li girtîgeha Seydnaya ya serbazî tên bidarvekirin, û bal kişandibû ku 5000 heta 13 hezar girtî li Seydnaya di çar salên bûrî de piştî destpêkirina şoreşê ya Rijêmê berê wê guhert ber bi şerekî berfireh li dijî gelê Sûriyê hatine sêdaredan.
Raportê bal kişandiye ku siyaseta cînosayidê di derheqê girtiyên Seydnaya de ligor pirogramekê rêkupêk ji binpêkirinan û riftarên xirab tên encamdan, ku girtî bi awayekî rêkupêk rastî eşkencedanê dibin, bi rêka lêdana dijwar û kiryarên sêksî di piraniya caran de.
Û raportê bal kişandiye ku piraniya wan kesên bidarvekirî kesên sivîl in, û herwiha gelek girtiyên din li girtîgeha Seydnaya ya leşkerî bi lêdan û eşkencedana berdewam û bêparkirina wan ya rêbazkirî ji av û xwarin û derman û saxlemiyê û paqijiyê ji nexweşiyan hatine kuştin.
Û raportê got ku kiryarên bidarvekirinê bi nehînî hatine pêkanîn, û herwiha termên wan di gorên tevayî de ji derveyî paytextê bê agahdarkirina xêzanên wan hatine veşartin, û bi hezaran girtî li seraya sor bêdadgrhkirin bi nehînî hatine bidarvekirin, piştî girtin û bêserûşûnkirina wan, û kiryarên bidarvekirinê bi awayê bidarvekirina tevayî hatine pêkanîn.
Herwiha raportê got ku kesayetiyin ji artêşa rijêmê di nav girtiyan de hene, ji ber guman hebûn ku ew ne layingirên rijêmê ne hetine girtin, û yên beşdarî di şoreşê de kirine hene, û li pêş dadgehên meydanî yên leşkerî hatine dadgehkirin, û bi neçarî û dibin eşkencê de hiştine ew li tiştinan mukur bên.
Lêborîna navdewletî di rapota xwe de gotiye ku raporta wê li ser çavpêketina 84 şahidhalan ku hin zêrevan û efser û girtiyên berê di nav wan de hene, tevî hin dadwer û parêzeran hatiye nivîsandin, û Rêxistina Lêborîna Navdewletî bi rêka lêpirsîna ligel karmend û girtiyan, kariye wêneyekî tekûz ji bidarvekirina bi hezaran ji girtiyên bêdadgehkirin diyar bike.
Rêxistinê di raporta xwe de daxwaza pêwîstiya pirotestokirina kesên bê dadgehkirin, ji piştgirên rijema Beşar nemaze Rûsiya û Îranê kiriye, û daxwaza rawistandina siyaseta çewsandina ji aliyê damudezgehên ewlehî û leşkerî yên Rijêmê tên bikaranîn kiriye, û herwiha hewl bidin bo bidawîkirina bidarvekirinên rêbazkirî yên di girtîgehên Rijêmê de dibin.
Herwiha Rêxistina navhatî daxwaza rawestandina bicihkirina sêdaredanên bêdadgehkirin ji desthilatên Rijêmê kirye û daxwaza rawestandina kiryarên lêdanê û riftarên nemirovî yên di girtîgeha Seydnaya leşkerî de û di navend û girtîgehên din yên Rijêmê de yên li seraserî Sûriyê dibin kiriye, û daxwaz kirye ku rê bête dan bo derbasbûna çavdêrên navdewletî bo hemû girtiyên di girtîgeh û zîndanên rijêmê de ji azadiyê bêpar in.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî