Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûrî, roja Pêncşemê, civîna xwe ya normal li dar xist, û tê de li gel endamên desteya giştî di riya girêdaneke Tilvizyonî re rewşa parêzgeha Idlib û Helebê gengeşe kir, û bijardeyên pêkan di dema tinebûna rola Navdewletî di çareserkirinê de giftûgo kirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Enes Elebde, civat agedarî encamên gera xwe li ser çeperên şer li Idlib û Helebê kir, û hevdîtinên xwe li gel berpirsên leşkerî ji civatê re veguhestin, û tekez kir ku moralên şervanan bilind in, û ew li dijî êrîşên Rûsî û yên rêjîma Sûrî derdikevin.
Elebde gerên Hevbendiyê li dewletê biyanî şirov kirin, û tekez kir ku doz hatî kirin ji bo rawestandina şer û parastina sivîlan, û pêşkêşkirina alîkarîyên mirovî ji bo wan, û di heman mijarê de nameyên ku Hevbendiyê ji dewletên Ereb û rêxistina Dewletên Islamî û dewletên hevalbendên gelê Sûrî re şandbûn derbarê heman mijarê anîn ziman.
Di heman civatê de serokê Hevbendiyê tekez kir ku Rûsiya pabendiyê bi biryarên Navdewletî nake, û civaka Navdewletî çavê xwe ji binpêkirinan digire.
Elebde doza yekrêziya hêzên rikberî û şoreşa Sûrî li dijî zehmetiyên heyî kir, da ku armancên şoreşa Sûrî bên bidestxistin û biryarên Navdewletî werin cîbicîkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî