Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî dê sibe pêncşemê 69emîn civîna xwe ya rolane li baregeha Hikûmeta Demkî li gundewarê Helebê li dar bixe, û têde giringtirîn pêşhatên siyasî di dosya Sûriyê de her weha ketwarê meydanî li deverên rizgarkirî gotûbêj bike.
Û di civînê de dê raporên Desteya Serokatiyê û ya Siyasî bên pêşkêşkirin, û rapor ji aliyê Hikûmeta Sûrî ya Demkî û komîte û girûp û torên kar, her wiha Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê û Sindoqa Qerzdanê ve bên pêşkêşkirin.
Û Desteya Danûstandinê a Sûrî dê di civata rolane de şiroveyeke berfireh li ser pêşhatên proseya siyasî di civînên navdewletî de derbarê Sûriyê pêşkêş bike.
Û di civînê de dê rewşa meydanî û helwesta leşkerî û ketwarê siyasî yê niha were nirxandin, û helwestên navdewletî derbarê doza Sûriyê û rê û mîkanîzmayên pêşvebirina proseya siyasî bên gotûbêjkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî