Li Istanbolê îro Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî, xula 17an ji civînên xwe dest pê kir, wê Endamên wê li ser dirêjiya du rojan , çend kêşeyan gengeşe bikin, giringtirînên wan: rewşa meydanî li Helebê û aniya Başûr û Gundewarê Şamê û Idlib û Hema û Kaniya Ereban e.
Herweha wê helwestên siyasî û rûdawên li gorepana Navdewletî di derbarê Şoreşa Sûriyê de û ya giring destpêşxeriya Şandyarê Navnetewî Stîvan Dî- Mistora, û rêkeftina Duhokê ya di navbera Encûmena Niştimanî Kurdî û Tevgera Civaka Dîmuqratî de gengeşe bikin.
Herweha wê civîn dê pêdiviyên Derbider û Penaberên Sûrî li kampan û bi taybetî bi hatina zivistanê, digel gengeşekirina rêbaza bingehîn ya Hevbendiyê, û projeyê Mûçe û kirê û raportên Komîtan û programê wezarî yê serokatiya Desthilata Sûrî ya Demkî, û biryar hatiye dan ku di civînên evê xulê de bêne pesend kirin.
Jêder: Hevbendî