Şanda Hevbendiya Nîştimanî li Emistirdamê ligel wezîrê derve yê Holanda Birt Kondirz re civiya, herwiha ligel komîteya karubarên derve yê parlemantoya Holanda û alîkarê wezîrê derve yê karubarên siyasî û hawarhatinê û bihêzkirina demokrasiyê.
Di serdana şanda Hevbendiyê de hevdîtinên berferh hatin encamdan û di wan de pêşhatên siyasî hatin gengeşekirin nemaze mijarên girêdayî bi pilana şanderê navdewletî Stîvan Dî Mistora, herwiha doseya penaberên Sûrî jî hat gengeşekirin ku felaketek nûye tê zêdekirin li ser bobelatên gelê Sûriyê yên bisedema şerê rêjîma Esed yê berdewam ji çar sal û nîvan ve.
Li dawiyê şanda Hevbendiyê sipasiya heryek ji gel û hikûmeta holanda kir li ser piştevaniya wan ji miletê Sûriyê re, û herwiha daxwaza pêşkêşkirina piştgireyek zêdetir kirin ji bo çêkirina hêviyan li rex gelê Sûriyê bidabînkirina daxwazên xwe û bidestxistina azadî û rûmetê.
Hêjayî gotinê ye ku şanda Hevbendiyê pêk hat ji heryek ji cêgirê Serokê Hevbendiyê Hîşam Merwa û ji sikêrtêrê giştî yê Hevbendiyê Mihmed Yihiya Mektebî û Fewaz El’ewad wezîrê perwerdeya Hikûmeta demkî û cêgirê wî.
Jêder:Hevbendî