Emîndarê Razgir yê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî Enes Elebid dibîne ko Rêjîma Îranê ne mafdar e ko tu pêşxeriyên Çareseriya siyasî li Sûriyê pêşkêş bike, çimkî miletê Sûrî wê dagîrker dibîne û piştgiriya kujer Beşar Elesed û Rêjîma wî bi hemû şêweyên leşkerî, darayî û siyasî dike.
Elebde tekez kir ko pêşxeriya Miletê Sûrî ji Îranê dipejirîne tenê ko Nandoz û Çeteyên xwe yên tawankar û mezhebperest ewên ko gendelî û kuştinê li Sûriyê belav dikin vekêşîne.
Elebde got ko Hevbendiyê û Hêzên Şoreşê û Civaka Navdewletî li ser Çareseriya siyasî li gora lêvegera Cinêvê lihev kirine, û em çareyê ji daxuyaniya Cinêvê kêmtir napejirînin. Di Daxuyaniya Cinêvê ewê Desteyeke Desthilatdarî ya veguhêz bi hemû karînan bête damezirandin ko bikaribe Welat ji Etûna cengê û wêraniya ko Rêjîma Esed ew gihandiyê derxîne.
Elebde got: Çi gotinên li ser Desthilatdariyeke Yekîtiya Niştimanî ew şaşitiyeke red kiriye ji bo li Daxuyaniya Cinêvê bizîvirin, armanca wê Rêjîma Beşar bêalî bikin û dîsa wî bidin pêş.
Elebde bêtir got: Sûrî tu bijarte li ber wan nîn e ji bil ko pêvajoya Şoreşa xwe heta rûxandina Rêjîmê bipêş ve bibin. Çi qas ko rê dirêj be û qelend buha be. Em jî di Hevbendiya Niştimanî de bi pirinsîbên Şoreşê pabend in û ya herî giring rûxandina Rêjîma Tawankar e û em bizavê dikin ji bo çareseriyeke siyasî dadwerî li gora lêvegera Cinêvê bibînin.
Jêder: Hevbendî