Malpera Koma Azadîxwazên Houranê, got ku xortê bi navê Mihemed Ehmed El-Qeddah piştî neh salan di girtîgehên rêjîma Esed de, ji encama îşkenceyê hat kuştin.
Vê Komê bal kişande ser wê yekê ku malbata wî qurbanî nûçeya mirina wî li yek ji navendên îstixbarata hêzên asîmanî wergirt û ev yek bûye sedema şokeke mezin ji wan û xelkê deverê re.
El-Qeddah di sala 2015’an de li ser xaleke kontrolê ya leşkerî ya girêdayî Îstixbarata Hêza Asîmanî ya li herêma Milêhayê hat girtin, piştre ji bo Şaxa Filistînê hat veguhestin û li wir rastî îşkenceyeke giran hat, li gorî Koma Azadîxwazên Houranê dibêje ew bi îşkenceya sîstematîk hatiye kuştin.
Rêjîma Esed berî niha dayîka Qeddah û du birayên wî yên zarok girtibûn, piştî pênc salan bi rêkeftineke pevguhertinê hatin azadkirin, lê birayê wî Mihemed Hesen Qeddah bi guleyên hêzên rêjîmê di şer û pevçûnan de li Xotaya Şamê di sala 2018an de hatiye kuştin.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî careke dî daxwaz ji civaka navdewletî kir ku berpirsiyariya xwe li hember girtiyên Sûrî yên di jêrzemînên rêjîma Esed de hilgire, û kar ji bo serbestberdan û parastina wan bike, û hesab ji berpirsên kiryarên neyasayî û tawanên ku li dijî wan hatine kirin bixwaze.
Hevbendiya Niştimanî hişyarî da li ser berdewamiya bêxemî û sivikdîtina rijandina xwîna sûriyan, û dît ku her kesê alîkariya wan neke di tawankariyên ku li dijî wan hatine kirin de beşdar e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî