Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê û endamê Desteya Bala ya Danûstandinan Corc Sebra, betrirkê Libnanî mar Bşara Butris Elra’î rexne kir, û pirsiyar kir, gelo çawa penaberên Sûrî gepa xwarina Libnaniyan dibin?
Sebra di nameyeke vekirî de li ser rûpela xwe ya Facebookê, destnîşan kir ko nabe “Betirk” dûrî peyama erkê xwe yê asmanî û kêşeya mirovan be, û ji Betrik pirsiyar kir, gelo karûbarê dêrê bûye tevdan û xurtkirina kîn û dexsan û vegerandina bindestan li nav destên stemkaran?
Sebra di nameya xwe de got: “Ez wek xiristyanekî , têşim û dilsar dibim dema vê helwestê ji serekê dêra Maronî ya ko stem û zordarî dîtiye û berxwedan dijî wê kiriye dibihîzim, ku ew ne tenê li rexê bindestan ranaweste, lê belê li gora bercewendiya zordar û kujeran tevdigere ”.
Sebra bêtir got: “Ew min wekû Sûriyekî dikuje, dema penaberên Sûrî li Libnanê, ji wan jî dêya min ya temen 87 salî, bi diziya gepa xwarina Libnaniyan tawanbar dike,” Sebra berdewam kir û got:”diya min ne hatiye Libnanê ji ber ko birçî bû, lê hat ji bo aramî û rûmetê bo emrê wê yê mayî”.
Sebra got: “xêr û bêrên Sûriyê nayên jimarê, û di salên birçîbûnê de Sûriya cihê kesên doza jiyaneke xweş dikirin bû, û Libnaniyan bi xwe jî di gelek ceng û qeyranan de xwe lê digirtin ”.
Endamê Hevbendiya Niştimanî nerazîbûna xwe ji gotinên Betriyark diyar kir, û got: “Me tu gotin ji we nebihîst dema malbata Esed Libnan dagîr kir”, û bêtir got: “rêjîma Esed çi qas stem li Libnaniya kiriye bi dizî û talankirin û kuştinê, ji hemû mezheban, ew rêjîma gunehkar hewil da ko bigihê heta bi “Bikirkê” û dêrên wê.”
Sebra di nameya xwe de anî ziman ku çawa bijarteyin ji opozisyona Sûrî ji roja pêşî de li dijî têwerdana rêjîma Esed di Libnanê de rawestiyan, û çawa binpêkirinên dijî Libnana fermî û ya gelî şermezar dikirin, û çawa wan kesan salên dirêj ji temenê xwe di ber azadiya Libnanê di zindanan de bûrandin.
Tê zanîn ku betrikê Maronî mar Bşara Butris Elra’î namak ji serokê Libnanî Mîşêl Ewn re şandiye, têde hişyarî daye derbarê hebûna penaberên Sûrî li Libnanê, û têkçûna rewşa abûrî ya Libnanê xistibû hustê penaberên Sûrî.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî