Salim Elmislit; berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî bi tundî “kuştara rêxistina DAIŞ ya terorîst di derheqê gundê Elmeb’ûca de şermezar kir, hevdem tekez kir ku îro take bijarde ewe rûbirûbûna teror û çavkaniyên wê yên rasteqîne bi şêweyekî rijd û vebir li jêr Sîbera Hevpeymaniyeka Cîhanî li dijî çêker û birêkarên rêxistinên terorîst”.
Hevdem Elmislit balkişand ku pêwîste li ber çavan bête girtin ku “rola rêjîma Esed ya serekî ye di piştgirî û derfetdan û berferkirina DAIŞê de, û bête pesendkirin ku metirsiya terorê li ser deverê naçe bê rûxandina rêjîma Esed xudankerê terorê û têkşikandina alava wê ya tawan û kuştinê”.
Elmislit diyar kir ku “rêxistina DAIŞ berdewame di heman rêbaza rêjîma Esed de di kuştin û tawankariyê de, û herwiha di dîlkirina rûmeta mirovahiyê û binpêkirina yasayên navdewletî de, ku çi dema kuştarên rêjîma Esed di derheqê Sivîlan radiwestin ,rêxistina DAIŞ dest bi kuştaran dike li navçeyên din bi hovîtî û tawankariyek dijwartir”.
Herwiha daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî kir ku pêwîste gavên erênî û yeklaker bavêje li hember parastina Sivîlan û herwiha pêwîst e hevkariya Artêşa Azad bike bi şêweyekî karatir wek yekem alî ku dikare bersinga terora DAIŞ û ya rêjîma Esed bigire.
Jêder:Hevbendî