Endamê Hevbendiya Niştimanî Dr. Cewad Ebû Heteb bangek da pizîşkên derveyî welat da vegerin navçeyên rizgarkirî, Ebû Heteb ku ew bi xwe jî pizîşkekî niştegeriyê ye û niha li deverên rizgarkirî kar dike, ragihand ku kadiroyên pizîşkî li navçeyên rizgarkirî gelekî kêm in; bi sedema armanckirina wan ya berdewam û bimebest ji aliyê hêzên Esed, û ragihand ku niha karmendên biyavê pizîşkî di navçeyên rizgarkirî de tenha nêzîkî 20% ji pizîşkên pirofîşinal in, û yên din kesên rahênankirî û xwebexş in.
Herwiha Ebû Heteb ragihand ku wê kar bike ji bo damezrandina peymangeheke pizîşkî bo amadekirina kadiroyên pizîşkî ji birînpêçan û jinên rahênankirî ji bo karûbarên jidayikbûnê, herwiha di heman mijarê de amaje da ku ev kar dibe beşek ji aktîvkirina zanîngeha Helebê bi hevkariya wezîrê fêrkirinê yê Hikûmeta Demkî Îmad Birq û endamên komîteya aktîvkirina zanîngeha Helebê ku ji heryek ji Celal Xançî û Ebdulqadir Elşêx û tevî wezîrê fêrkirinê û Ebû Heteb bi xwe jî pêk tê.
Jêder:Hevbendî