Xalid Elsalih serokê Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî, li ser daxuyaniyên serkirdayetiya Pasdarên Şoreşa Îranê û şahnaziya bi hebûna xwe di Sûriya de û beşdarî di şerên di kêleka hêzên Esed weha da zanîn “bêşermiyek siyasî ye û tawanek mezi ne ku nayê pejrandin ku cîhan çavê xwe jê bigire!”. Hêjaye gotinê ku ev daxuyaniya Hevbendiyê hat piştî tekezkirina Husên Selamî cêgirê serkirdeyê hêzên pasdaran li ser “hebûna artêşên milî yên girêdayî bi şoreşa Îranî ve li Sûriya û Îraq û Yemenê, ku duqet zêdetirin ji qebarê Hizibullah di Libnanê de”. herwiha Elsalih got:” destêwerdana mêlîşeyayên terorîst yên Îranê di deverê de çêkirin û îro hewl dide wan bi cilûbergên hêzên gelêrî bide xuyakirin!, ji encama gazî û lavlavên rêjîma Esed yên berdewam ji Îranê ye, jibo ruhakirina wî piştî têkşikandina artêşa Sûriyê ya erebî û veqetandinên mezin yên ku jê çêbûn û tevlîbûna gelek serkirdeyên wê di nav refên artêş Azad de, ku kesek biryara Welîd Elmi’elim wezîrê derve yê rêjîma Esed bi yasakirina terora îranî û yasakirina kuştarên mêlîşayên wê di Sûriya de ji bîr nake, dema ku ev reftarên tawankarî bi derbeyên pêşwext salix da!”. di daxuyaniya xwe de serokê Nivîsîngeha Ragihandinê daxwaz ji Civaka Navdewletî kir bi “pêwîstiya neçarkirina derxistina van mêlîşeyên terorîst yên hevalbendên rêjîma Esed ji xaka Sûriyê û pêwîstiya destberdana ji kuştina sûriyan û sizakirina Beşar Esed li ser bikaranîna terorê wek alavekî erzan bo zalkirina desthilat û stemkariya xwe!”, di heman demê de amaje kir ku ” ev kiryar rengvedana sûrbûna mêlîşeyayên Hizibullah û rêjîma Îranê li ser hewldanên guhertina berê serhildana gel bo şerekî milî, ku wê ziyan û felaket be ne bitenê li ser sûriyê, lê wê li ser tevahiya deverê be.
Jêder: Hevbendî