Toreya Sûrî ya Mafên Mirovan di meha Çêriya Pêşî de kuştina 5 Ragihêneran û 13 din navbera revandin û girtinê belge kirin, û 5 birîndar bûn. Hejmara giştî ji Ragihênerên hatine kuştin re heta dawiya Çêriya Pêşî ji sala 2014an, nekêmî 384 kesan bû.
Ev tawankairyên bûne rewişt li bal Rêjîma Esed û hêzên wî li dijî Ragihêneran, hiştin Sûriya di derbarê dijîtiya Rojnamevanan de pîstirîn welat be li ser satê cîhanê. Lê “Bermîlên hêzên Esed û Firokên wî yên leşkerî nikarin Pênûs û Kamîreyên Ragihênerên Sûrî rawestînin, yên ko rastiyê ji raya giştî ya navdewletî re digihînin.” Li gora ko Mihemed Qeddah Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir, piştî ko Rêjîma Esed taximê Qenala Oryent ya ragihandinê bi mûşekên germî meha çûyî amanc kir, di dema bi erkê xwe yê pîşeyî radibûn.
Jêder: Hevbendî