Ev bûn du roj hevdîtinên 18emîn civîna desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê berdewam in, biryar e ku di civîna îro de gengeşe li ser faylên navxweyî yên Hevbendiyê bên kirin, nemaze Sîstema Bingehîn û Sîstema Darayî ya Hevbendiyê. Herwiha wê rewşa Yekîneya Hevrêzkirina Piştgiriyê ji aliyê endamên desteya giştî ve bên behskirin, tevlî gengeşekirin û guhdarîkirina li bernameyên helbijartinê yên kandîdên helbijartina serokayetiyê berî rojekê ji encamdana helbijartinan ya ku sibe wê bête encamdan. Hêjayî gotinê ye ku duhî desteya giştiya Hevbendiyê li bajarê Stembolê civînek girtî lidarxist û wê siba jî berdewam be, û têde ji aliyê amadebûyan ve gengeşe li ser dawîtirîn pêşhat û pêşdeçûnên meydanî û siyasî li qada Sûriyê tên kirin, nemaze destpêşxeriya Rûsî û pilana şanderê navdewletiyê Netewên yekgirtî Dî Mîstora, herwiha gengeşekirina encamên serdanên vê dawiyê yên serkirdayetiya Hevbendiyê bo heryek ji Qahîre û Elriyad. Tevlî gengeşekirina sîstema serekî ya Hevbendiyê û pêwendî û hevkêşeyên navxwe yên rêkxer di navbera saziyên Hevbendiyê de. Û serokekî nû li şûna serokê nuha Hadî Elbehra wê bê helbijartin , herwiha desteyeka serokayetiyê ya nû li şûna sekertêr giştî Nesir Elherîrî sekertêrê niha û cêgirên serok û desteyeka Siyasî ya nû jî wê bêne helbijartin. Hêjaye gotinê ku wê civîn girtî bin. Herwiha wê gengeşe li ser rojeva aniyên meydanî li Sûriyê û rêkarên piştgiriya wan bête kirin, herwiha gengeşekirina temamkirina helbijartina wezîrên Hikûmeta demkî.
Jêder: Hevbendî