Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Nûra Elemîr dît ku daxuyaniyên wezareta karê derve ya Iranê ” Pela Tiwê ya li ser derewên Iran û Esed derbarê piştgiriya berxwedana dijî dagîrkerya Israîlî anî xwar”. Elemîr destnîşan kir ” Rewşa Herifandinê û gefên li hebûnê ku îro rêjîma Beşar gihiştiyê, hişt ku hevalbendê wî yê Iranî bêçar tirsnakiya “Daiş” di riwê dagîran de liba bike, maseyê serûbin bike û tiştê veşartî eşkere derxe, û eger Esed û rejîma Iranê ji derewa berxwedanê wek nirx werne xwar, ev derewa ku di riya wê re hewl didan kirêtiya xwe ya bêdadî, xwînî, û tirorî di dirêjhiya dema bûrî de xweşik bikin”.
Gotinên Elemîr hatin piştî daxuyaniya Cîgirê Wezîrê karê Derve yê Iranî ji ajansa Faris ya Iranî re ku ” Dibe rûxandina rejîma Beşarê Esed ewlekariya Israîl bidawî bike”. Elemîr zêde kir: ” Rejîma Esed nema dikare xwe piparêze ta hinan din biparêze, sûrbûna Civaka Navdewletî li ser paşguhkirina Siyaseta wî ya seserîtî li deverê, dibe ku aştiya deverê û cihanê tevî bixe bin metirisiyê de. Rûxandina Esed ne tenê ji berjewendiya Sûriyan re ye, lêbelê dikeve xizmeta aştiyê li hemû deverên Cîhanê, ji ber Beşar handerê jîndar e ji tiror û tundrewiya ku di riya wê re êrîşî deverê kir bo Civaka Navdewletî bixe bijartinekê di navbera tirora dewletê û ya komên tundrew yên ku wî û hevalbendên xwe çavdêrî li pîşesazî û bikaranîna wan mîna tirstêdanek e siyasî û leşkerî dijî ewlekariya niştimanî, netewî, û cîhanî”.
Jêder: Hevbendî