Wezîrê derve yê Elmaniya tekez kir ku:”rûbirûbûna leşkerî dijî Daiş bitenê nebes e, û rêjîma Esed berpirsyar e di ber tiştê ku dibe û hîç rastî bawerî pê nema ye, û nabe çav jê bên girtin û nayê jibîrkirin”. Di daxuyenekê de ji bo rojnameya (Elheyat) wezîrê navborî amaje kir ku:”Hevpeymaniya navdewletî bi riya bikaranîna awayên leşkerî hewl dide ku biwarê li pêş rêxistina Daiş teng bike û rê li bizavên wê bigire, herwisa bi heman şêweyî û bi heman hêzê, pêwîst e em kar bikin da bigehêjin destpêkeka nû bo pêkanîna çareseriyeka Siyasî bo qeyrana Sûriyê, ku rûbirûbûna terora rêxistina Daiş bi awayên leşkerî tenê nebes e, berî her tiştî me pêwîstî bi lihevkirinek herêmî di warê karê Siyasî yê hevbeş bo rûbirûbûna rêxistina Daiş heye. hêjayî gotinê ye ku ev helwîsta wezîrê Elmanî di gelek babetan de mîna helwesta Hevbendiya Niştimanî e di stratîjiya jinavbirina Daiş de, Nesir Elherîrî sekertêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî li ser biriyara Encûmena asayîşa navdewletî ya taybet bi dijberiya rêxistinên tundrew li jêr benda 7an gotibû ku:”ev pêngavek sist e di dijberiya terora rêxistî û rêbazkirî ye ku îro rojhilata Erebî rastî wê tê, ku çareserkirina encamên arîşeyê, bê jinavbirina konêra penceşêra siyasî anku rêjîma Esed, ya ku Daiş çêkirî, wê metirsiya Daiş ji navê nebe û herwiha wê bahoza terorê ya li ser deverê de dibare nesekine “. û got ku:” çareseriya terorê bi parparkirinê nabe, pêwîst bû heman biryar hatiba standin li ser mîlêşiyayên Hizublaha terorîst û rêxistina Ebû Fedil Elebas û rêjîma Esed jî, pêwîste biryar bête serrastkirin, ji ber nexistina wan di nav lîsteya terorê de, gelê herêmê û herwiha Cîhanê bitevahî têxe dibin gefa rêxistinên terorîst de yên ku serûkeke siyasî û bi destûrdanek e navdewletî kar dikin. Ji aliyekî din ve dibe ev rêxistin û alî bibin sedema şerekî navxoyî yê tirsnak. Ji ber vê çendê em hişyariyê didin dewletên Cîhanê ku çareseriya terorê bi nîv çareseriyan nekin, ji ber ku aloziyên siyasî bi nîv biryaran çareser nabin, belê pêwîste biryarên cidî û bineretî bêne standin û pêwîste sedema serekî û binyata aloziyê ya ku rêxistinên radîkal çê dike bête jinavbirin, ji ber ku yê Daiş û yên wek wê çêkirine dikarin bi sedan rêxstinên hov yên tundrew çê bikin di dema ku bêne piştguh xistin û neyên dadkirin”.
Jêder: Hevbendî + Wekalat