Encûmena xwecihî ya parêzgeha Der’a, gazî rêxistinên mafê mirov û yên navdewletî ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji bo xelkê wê kir, û herwiha daxwaza rawestandina oparesyona hovane ya rijêma Esed û hevalbendên wê li ser bajêr kir.
Encûmena xwecihî di daxuyaniya xwe de got ku oparesyonên berdewam yên bombebarankirinê bûne sedema têkbirina jêrxana bingehîn ya bajêr, û sercem nexweşxaneyên meydanî hatine wêrankirin, û dît ku ev kiryar berovajî sercem belge û yasayên navdewletî ne.
Encûmena xwecihî, bajarê Der’a û sercem bajarokên derdora wê û bi taybetî taxa Elmenşiyê bi navçeyên bobelatbûyî dîtin, û tekezî li ser giringiya hawarçûnê û pêşkêşkirina alîkariyan ji xelkê bajêr re kir.
Ku taxên bajarê Der’a her ji roja 4ê heyva cehzeranê û heta 12’ê wê, ji aliyê hêzên Rijêmê û milîsên Îranê hatine bombebarankirin, bi zêdetir ji 500 bermîlên teqîner û 500 mûşekên zemîn-zemîn, û herwiha nêzîkî 100 êrîşên esmanî li ser taxên bajêr ji aliyê firokên Rûsiya ve hatine pêkanîn.
Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ev oparesyona hovane şermezar kiribû û tekez kiribû ev êrîş dibin binpêkirinên eşkere ji biryarên encûmena asayîşê û pabendî berpirsyaretiyên dewletên endamên wê re.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji sercem endamên civaka navdewletî kiribû ji bo bi erkê xwe rabin li hember berdewamiya bikaranîna bermîlên napalim û çekên bitewşî û yên qedexekirî li dijî sivîlan, û hişyarî dabû li ser bêdengiya li hember vê oparesyona tawankarî ya hovane.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî