Ev bêhtir ji hefteyekê ye av û eliktrîk û mazot li bajêr û gundewarê wî tune ne, û rewşa jiyanê pir dijwar bûye. Li gora ku Xelîl Mistefa endamê Xwecihiya Kobanê ya Encumana Niştimanî ya Kurdî ji malpera me re ragihand
Mistefa berdewam kir û got: Av bi yekcarî tune ye, û eliktrîk tenê êvarî tê, tevî ku PYDe destê xwe daniye ser hemû bendavên (Tişrîn, Ferat , Huriye) û Kobanê bê av û eliktrîk e.
Mistefa tekez kir ku berdewambûna krîza av û eliktrîk û mazotê nerazbûnek mezin di nav xelkê Kobanê de peyda kiriye, û eşkere dibêjin ku PYDê dixwaze ku em dest ji axa xwe berdin û barbikin.
Her wiha Mistefa bal kişand ku PYDe bi berjewendiyên xwe yên partitî mijûle.
Ji aliyê xwe ve, çalakvan Ferhan Mihemed, ji xelkên Kobanê ye, ji malpra me re da xuyakirin ku rewşa xelkên Kobanê xirab e ji ber tunebûna kar û koçberbûna xelkên vegeriyabûn bajêr, û tekez kir ku welatiyên Kobanê her dem di nearamiyê û tirsa ji siberojê de ne, ji ber siyasetên şaş ên PYDe.
Mihemed diyar kir ku tiştê herî biçûk û bingehîn av e, û PYDe ta niha peyde nekirye, tev ku çemê Ferat nêzîkî Kobanê ye, û got ku xuya ye xizmeta xelkê ne girînge ji PYDe re, tenê bi çekdarkirina xortan mijûl e.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê