Wezîrê karûbarê derve yê Amerîkî, Con Kêrî, tekez kir ku” tu carî Beşar Elesed nikare rewatiya xwe vegerîne û careke din desthilatê li Sûriya bi dest xwe ve bîne, piştî ku wî bi xazên kîmawî û bermîlan Sûriya bumbebaran kiriye, û dermafê gelê wê de birçîkirin û işkencekirin bikar aniye û hiştiye ew bazdin dervey welatê xwe, û bû sedema penaberî û bêwariya wan”, û wiha jî got: Derfeta Mana Esed Di Desthilatê De “Tune” Ye.
Û Kêrî diyar kir di hevdîtineke taybet li gel kenala Elerebiyê û ya Elhedes diyar kir ku Rûs û Îraniyên piştgiriya rêjîma Esed dikin, danûstandinan derbarê çarenûsa wî dikin, û piştgiriya veguhestina siyasî li Cinêvê dikin, û got:” divê Esed zanibe ku Rûs û Îranî piştgirin ji veguhestinê re li Cinêvê û eve tiştên ku danûstandinan li ser dikin”.
Û pirsî:” çawa ev kes dibe bibe serokek rewa ji welat re di siberojê de? Ez nabînim ku ev tişt heye bibe, û tu kesê ku ez wa nasdikin nabînin ku ev tiştê han dikare bêkirin”.
Û wiha berdewam kir:”eger Esed li ser helwesta xwe ma û der barê veguhestineke rewa erê nekir, wê çaxê, rûsan gotiye ku ew nema di piştgiriya wî de berdewam dimînin, û bê guman wê asta tindûtûjiyê bilind bibe, û ceng careka din vegere”.
û Enes El-‘ebda, serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, di dema serdan û hevdîtina wî de doh bo birîndaran, yên ku di encama rêkeftina bi çavdêriya Netewên Yekbûyî ji zebedanî û Medaya hatin derxistin, tekez kir ku rikberiya sûrî ti rengên çareseriya siyasî napejirîne dema ku çi rola Esed tê de hebe, ne di qonaxa veguhêz de û nejî di Sûriya siberojê de, û bi xurtî tekez kir ku rikberiya Sûrî di mafê gelê Sûrî de nabihûre der barê bidestxistina azadî û rûmetê de.
Jêder: Hevbendî