Endama desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Nûra Elemîr, diyar kir ku başkirina barudoxên mirovî li Sûriyê, ya ku di deqa herdu birgên 12 û 13 ji biryara 2254an de heye, hatiye rawestandin, ji ber serhişkiya rêjîma Esed û êxistina astengiyan li pêş gihandina alîkariyan.
Elemîr di daxuyaniyeke taybet de, got ku pêşnexistina fayîlê mirovî wê piroseya siyasî têkbibe û wê derfetên çareseriyê kêm bike, hevdem bal kişand ku rêşûnên rêjîma Esed yên li ser karwanên NY disepîne, dibin sedema zêdebûna êş û azar û mirina sivîlan.
Elemîr tekez kir ku rakirina dorpêçkirina li ser sercem bajarên dorpêçkirî daxwazek sereke ye, û dewletên encûmena ewlehiya navdewletî han dan li ser bicihkirina erk û pabendiyên wan li hember bicihkirina biryara hatî standin bi tevahiya dengan, û karkirin ji bona danîna mîkanizman ji bona rê bêne girtin li pêş berdewamiya rêjîma Esed di binpêkirina yasaya navdewletî de.
Herwiha roja pêncşemê di kongirekî rojnamevanî de li bargehê NY li Niyoyork, cîgirê berdevkê fermî yê sikirtêrê giştî yê NY got ku “ew dê berdewam bin di xistina fişaran li ser rêjîmê ji bona gihandina alîkariyên mirovî bêmerc û astengî bo dorpêçkiriyan li Sûriyê “.
Weha jî got: ” Em rastî arîşeyan ji aliyê rêjîmê tên, hindek ji wan girêdayî muhleta wergirtinê ne û hindekên din girêdayî nehêlan û qedexekirina derbaskirina hindek kelupel û pêdawîstiyên çareserkirinê ne, yên bi karwanên alîjariyan re ne, û ev yek nayê qebûlkirin”.
Û got ku birastî “hin karwanên alîkariyan roja 29ê adarê, ber bi Kefir-Betna diçûn (li gundewarê Şamê), lê heta niha ew karwan derbas nebûne nav bajarê navborî, û hatine rawestandin, ew li benda wergirtina muhleta derbaskirinê ne, tevî ku hin karwanên din hene li benda wergirtina muhletan bo derbasî parêzgeha Der’a û bajarê Dûma (li gundewarê Şamê) bibin, lê heta niha rêjîmê hîç bersivek nedaye li ser wan daxwazên gihandina alîkariyan bo Me’edemiyê û Zebedanî li gundewarê Şamê.
Herwiha got ku ” gelekî giringe rê bête dan ji bona derbaskirina alîkariyên mirovî, ku xelk bi rastî li wan deran dimirin, û emê berdewam bin li ser xistina guvaşan bi armanca derbaskirina alîkariyan bê merc û astengî bo xelkê dorpêçkirî”.
Jêder: Hevbendî + Wekalat