Endamê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Nesir Elherîrî, destxweşî li qehremaniyên mezin yên artêşa azad li hember rêxistina DAÎŞ’a terorîst kir, ku şoreşgeran di van çend rojên bûrî de karîn wê ji nêzîkî 25 bajarokên gundewarê Heleb û Der’a û Qelemonê biqewtînin.
Elherîrî tekez kir ku “çi hêzeke karîger weku ya şoreşgeran nîne li hember DAÎŞê; hevdem ku çi danhêner û piştgirekî rasteqîn yê teror û tundrewiyê nîne weku rêjîma Esed û hevalbendên wê”, herwiha çext kir ku “pêwîstiya jinavbirina terorê ji navçeyê bi ziwakirina çavkaniyên wê be, ya ji damudezgehên ewlehiya Bişar Esed û mîlîşên olperist û hevalbendên wê yên herêmî pêk tê “.
Ku duhî tabûrên artêşa azad karîn bajarokê ” Tisêl” li rojavayê Der’a rizgar bikin, piştî şerên dijwar li dijî (Lîwayê Binav şehîdên Yermûk) ya ser bi rêxistina DAÎŞê ve.
Ev yek hat piştî kontrolkirina herdu bajarokên “Edwan” û “Sehim” li heman navçeyê ji aliyê şoreşgeran ve, her bi vê yekê karîn rê li pêş lîwayê şehîdên Yermûk û herwiha li pêş Tevgera Elmusena ya alîgirê DAÎŞ û ya niha palpiştiya lîwayê Yermûk di êrîşkariyan de dike teng bikin.
Ku fermandeyê “Lîwayê Mexawîran” li eniya başûr Mu’itez Elxalib diyar kir ku; tabûrên artêşa azad û yên hin hêzên şoreşger yên din, di serî de Tevgera azadîxwazên Şamê, bi rêka kontirolkirina herdu bajarokên Tisêl û Sehim hewl didin bo rakirina dorpêçkirina li ser navçeya di navbera herdu bajarokên “E’în zeker” û “Nafi’ê” de li gundewarê rojavayî Der’a yên dibin destê DAÎŞ de.
Herwiha balkişand ku şoreşger niha hewl didin ji bona “bidestxistina têkşikandina yekemîn hêla bergiriya pêgehên DAÎŞ’ê dike, ku ewjî herdu bajarokên ” Elşecera” û “Cimilê” ne yên li ser sînor nêzî bilindcihên Colana dagîrkirî ve”.
Têzanîn ku Lîwayê şehîdên Yermûk pêr 19 çekdarên artêşa azad sêdaredan kirin, piştî ku derbasî zêrevangehên wan bibûn li nêzîk bajarokê Edwan li gundewarê rojavayê Der’a, ku termên wan li ser darên kehrebê di qadên giştî yên bajatokên Edwan û Tisêl de daleqandibûn.
Ev serkeftina leşkerî li dijî DAÎŞ li başûr , hevdem hat digel pêşketinên leşkerî yên li bakur, ku artêşa azad bajarokê Elra’î li bakurê Helebê ji dest DAÎŞê rizgar kir, piştî ku di heftiya bûrî de karîbû bêhtir ji 20 gundan ji dest rizgar bike.
Ku niha şoreşger xwe amade dikin di çarçovê operasyonên hevpeyvîna Kilis, ji bona rizgarkirina navçeya sînorî ya di navbera Îzaz û Cerabilis de (bakurê rojhilatê Helebê li ser çemê feratê), ji bona derxistina DAÎŞ jê.
Her weha artêşa azad duhî karîbû çend navçeyan li çîyayê rojhilat yê Qelemûn li gundewarê Şamê kontrol bike, ku berî niha di dest DAÎŞ de bûn, û şoreşvanan hejmarek ji çeteyên terorîst kuştin û dest danîn ser gelek çekên sivik, piştî kontrolkirina kargeha Çînê û li ser riya Ebû Elşamat û rawstgeha Elsefa.
Jêder: Hevbendî + Anadol